Li Başûrê Kurdistnaê bîrek din a petrolê hat dîtin

Li Başûrê Kurdistnaê bîrek din a petrolê hat dîtin

Şîrketa petrolê ya Norwecê DNO International a ku li Başûrê Kurdistanê li petrolê digere, aşkere kir ku wana li herêmê bîrek dewlemend a petrolê dîtiye.

Di daxuyaniya ji aliyê DNO ve hate dayîn de, hat diyarkriin ku li hewzeya Benena-3 de li rastî petroleke bi kalîte hatine. DNO da zanîn ku lêkolînên li ser vê petrolê berdewam dikin. Ji rayedarên DNA’yê Bêjan Muzafer Rehmanî diyar kir ku hewl didin ku di sala pêş de li vê hewzeyê rezeveyek ku 500 hezar varêl petrol û gazê ava bikn.

Şîrketa DNO demek dirêj e li Başûrê Kurdistanê bi Hukûmeta Kurdan re dixebite. Vê şîrketê tu peymanek bi hukûmeta Iraqê re mor nekiriye.