Li Başûrê Sudanê bi hezaran kes mirin

Li Başûrê Sudanê bi hezaran kes mirin

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, li Başûrê Sudan’ê dinavbera hêzên girêdayî serok dewlet Salva Kiir û dijberê wî Riek Machar de bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dane.

Şefê Neteweyên Yekbûyî yê li Başûrê Sudan’ê Toby Lanzer daxuyaniyek da çapemeniyê, Lanzer wiha got: “ Di aliyê min de qet fikar nîne ku bîlançoya pevçûnan bi hezaran kes mirine.”

Xelkê Başûrê Sudan ev yek hefteye dibin qurbanê pevçûnên ku dinavbera hêzên serok dewlet Silva Kiir û dijberê wî Tiek Machar de.