Li Başûrê Kurdistanê xebatên avakirin hikûmetê hatin taloqkirin
Li Başûrê Kurdistanê xebatên avakirin hikûmetê hatin taloqkirin
Li Başûrê Kurdistanê xebatên avakirin hikûmetê hatin taloqkirin
Li Başûrê Kurdistanê piştî di navbera partiyan de lihevkirinek pêk nehat, xebatên avakirina hikûmetê taloqî piştî sersalê bû.
Di 21’ê îlonê de di hilbijartinên parlamentoyê de 3 meh derbas bûn, lê di xebatên avakirina hikûmetê de hêj lihevkirinek pêk nehat.
Hevdîtinên tura duyemîn ya di bin serokatiya Neçîrvan Barzanî de hatin taloq kirin. Partiyên siyasî, da zanîn ku pirsgirêk der barê belavkirina wezaretan de ye.
Ji tevgera Goran parlamenterekî ji BasNewsê re nirxandin kir û diyar kir ku hevdîtinên der barê avakirina kabîneya nû ya hikûmeta 8’emîn ya hikûmeta Kurdistanê de taloqî piştî sersalê kirine.
Parlamenter da zanîn ku ev taloqkirin ji ber sedema parvekirina merciyên hikûmetê lihev nehatiye kirin pêk hatiye.
Parlamenter wiha got: “Piştî sersalê, ligel ku parlamento dikeve betlana fermî jî di rewşa ku alî lihev bikin de parlamento dê runiştina xwe ya yekemîn pêk bîne. Li aliyê din pirsgirêka parvekirina serokatî û wezirtiyê hêj nehatiye çareserkirin.
Hinek çavkaniyên herêmî diyar kirin ku astengiya herî mezin ya li pêş avakirina hikûmeta nû, de nelihevkirina di navbera Tevgera Goran û yekitiya Welatparêzên Kurdistanê (YNK) de ye. Her du partî jî cigirtiya serokwezîrtiyê dixwaze.