Kampanyaya îmzeyan a bi dirûşima “Ji Ocalan re Azadî” i Aliyê Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî hatiye destpêkirin, li cîhanê belav dibe. Li Swîsreyê piştî bajarên Zurîh û Bernê, kampanya li bajarê Baselê jî hate destpêkirin.
Rawestegeha yekemîn a kampanyaya ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a Baselê ve hate lidarxistin, Dêra Evangelische a Baselê bû. Jinên Kurdistanê ji Dêra Evangelische bi Dick Leuvenink re hevdîtinek pêk anîn û daxwaza “Em dixwazin dêra we piştgirî bide kampanyaya me ya îmzeyan” kirin.
Leuvenink jî da znaîn ku tecrîda li ser Ocalan neheqiyek mezin e û got; “Ez bi taybet rêzdariyek mezin nîşanî jinên Kurd ên ku ji bo welatê xwe têdikoşin, didim. Em bi serdana we keyfxweş bûn, ez ê bi xwe îmze bikin û ji dêra me piştgirî bide, ez ê dest bi hevdîtinan bikim.”