Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bîranîna Komkujiya Pirsûsê
Kesên di Komkujiya Pirsûsê de hatin qetilkirin li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin bibîranîn.
Kesên di Komkujiya Pirsûsê de hatin qetilkirin li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin bibîranîn.
33 ciwanên ku di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê di êrîşa bombeyî ya DAÎŞ'ê de hatin qetilkirin, di 8'emîn salvegera komkujiyê de li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi daxuyaniyan hatin bibîranîn.
COLEMERG
Suleyman Aksû ku li Pirsûsê hat qetilkirin, li ser gora xwe ya li Taxa Ormanê hat bibîranîn. Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Colemêrgê Onûr Duşunmez, Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê yê berê Abdûllah Zeydan, endam û rêveberên KESK, ÎHD, OHD, Egîtîm-Sen, DÎSK, BAroya Colemêrgê, HDP, DBP û Partiya Çepên Kesk tev li bîranînê bûn.
Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Colemêrgê Onûr Duşunmez ku li vir axivî, got: "Hevalên me yên hatin qetilkirin, hevrêyên me ji bo xeyalên zarokên biçûk bixemilînin çûn, lê mixabin ji aliyê çeteyên ferasetqirêj ve hatin qetilkirin. Kesên ku şoreşa Rojavayê hezm nekirin serî li komkujiyan dan. Bi hezaran zarokên Kurd mîrateya 33 rêwiyên xeyalan ên 8 sal berê hatin qetilkirin girtina."
Piştî axaftinan nûnerên partiyên siyasî û endamên rêxistinên civaka sivîl gulên sor danîn ser gora Aksû. Çalakiya bîranînê bi duakirinê bi dawî bû.
WAN
ÎHD a Şaxa Wanê jî têkildarî Komkujiya Pirsûsê daxuyaniyek da. Daxuyanî li avahiya komeleyê hat dayîn. Serokê ÎHD a Şaxa Wanê Firat Dûrmaz bilêv kir ku qetilkirina ciwanên sosyalîst ên Tirkiyeyê sûcê li hemberî mirovahiyê ye û got:" Lewma divê piştgirên van sûcdaran bên eşkerekirin û cezakirin. Em parêzvanên mafên mirovan em ê heya dawî bitêkoşin."
ENQERE
Rêxistinên ciwanan, 33 ciwanên li Pirsûsê hatin qetilkirin li Guvenparkê bi bîr anîn. Ciwanan bi dirûşmeya "Dê hesabê Pirsûsê bê pirsîn" 33 rêwiyên xeyalan bibîr anîn. Ji ber ku park ji aliyê polîsan ve hat dirpêçkirin, girse li nava parkê bi pankarta "Edalet jib o Pirsûsê edalet ji bo her kesî" meşiya. Paşê polîsan êrîşî girseyê kir û herî kêm 20 ciwan hatin destgîrkirin.