Li Atînayê li dijî Komkujiya Parîsê û êrîşên kîmyewî çalakî hate lidarxistin

Tevgera Ciwanên Kurd TCŞ’ê li Atînayê ya ku paytexta Yewnanistanê ye bi armanca şermezarkirina Komkujiya Parîsê ya 23’ê Kanûnê û êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li dijî gerîlayên Kurdistanê, çalakiyek li dar xist.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) çûn qenala CONTRA TV ya li Atînayê û banga hestiyariyê kirin.

Ciwanan dosyayek ku tê de daxuyaniyên KNK'ê yên der barê bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a li hemberî gerîla û komkujiya Parîsê û raporên ku ji aliyê Navenda Çanda Kurd a Fransa û Navenda Çanda Kurd a Yewnanistanê ve hatibûn amadekirin, pêşkêşî rayedarên televîzyonê kirin.

Li gorî daxuyaniya TCŞ'ê, wê dosya di bernameyên televîzyonan de cih bigire û wê derfet bê avakirin ku nûnerên Kurdan xwe îfade bikin.

Di çalakiya ku nêzî nîv saetê li derveyê avahiyê dom kir de belavokên ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ve hatibûn amadekirin, hatin belavkirin.