Li Artemêtê îhale ji Samî Orhan re hate dayin

Şaredariya Artemêtê ya ku qeyûm dest daniye ser, îhaleya makîneyên kar û paqijiyê da Samî Orhan ku birayê şêwirmenda Serokkomar Erdogan Gulşen Orhan e.

Li Şaredariya Artemêtê ku AKP niha bi rê ve dibe, karên ne li rê naqedin. Îhaleya li ser makîneyên kar û paqijiyê ya şaredariyê çar sal in ji heman kesî re tê dayin.

Şaredarî çar sal in îhaleyê dide Samî Orhan ku birayê şêwirmenda Erdogan parlamentera berê ya AKP'ê Gulşen Orhan e. Tevî ku di peymana îhaleyê de tê destnîşankirin ku divê 60 wesayit bêne xebitandin heta niha tenê 27 wesayit têne bikaranîn. Xwediyê fîrmayekê ragihand ku îhaleya navborî bi rengekî bêûsilî hatiye kirin û got, "Em jî ketin heman îhaleyê û me pêşniyara herî bilind kir. Van kesan ji me kêmtir buhayek pêşkêş kir, lê belê ji wan re hate dayin. Tevî ku me serî li dadgehê dan, îtiraza me hate redkirin."