Li Arnhemê eniya 'NA' ava bû

Li bajarê Arnhem ê Hollandayê, gelek komele û rêxistinan li dijî faşîzmê eniya 'NA' ava kirin.

Ji bo kampanya dengê 'NA' koordînasyonek hat avakirin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Arnhemê, SYKP, HDK Oost Nederland, Tevgera Hezîranê, Weqfa Piştgiriyê û Dostaniyê ya Komeleya Elewiyan li Doetînchemê, Komeleya Elewiyan li Nîjmegenê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Mezopotamya di nava koordînasyonê de cih digirin.