Li Antalyayê girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê

Li Girtîgeha Tîpa S ya Antalyayê girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê û girtiyên nexweş tên astengkirin.

Ekrem Altay ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin, bi telefona ku ligel malbata xwe re axivî, qala binpêkirinên mafan kir. Altay da zanîn ku daxwazên girtiyên nexweş ên ji bo nexweşxaneyê an demeke dirêj tên astengkirin an jî tên redkirin.

Altay, anî ziman ku her çend 2 girtiyên nexweş ên li heman qawişê felç bûne jî, nebirine nexweşxaneyê û got kes bi wan re nabe mûxatab.

Ekrem Altay bang li raya giştî kir ku xwedî li mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş derkevin.