Li Antalyayê 6 xwendekarên sosyalîst hatin destgîrkirin

Li Antalyayê polîsan avêtin ser malên xwendekarên sosyalîst. 6 xwendekar hatin destgîrkirin.

Fermana operasyona destgîrkirinê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê ve hate dayin.

Bi hinceta lêpirsînekê, biryara destgîrkirina gelek xwendekaran hate dayin.

Hincet nehate eşkerekirin. Polîsan avêtin ser malên xwendekarên Federasyona Sosyalîst û Şoreşger (DESOF) û Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad a Antalyayê û 6 xwendekar destgîr kirin.

Di dema serdegirtinê de polîsan eşyayên li nava malan belav kirin û selikên fêkî yên bi rengê kesk, sor û zer parçe kirin.

Hate ragihandin ku di serdegirtinê de Alî Butkul, Goksû Berfîn Bîter, Îsmaîl Tetîk û Mîr Hasan, Botan û Ronya yên paşnavê wan neahte zanîn hatin destgîrkirin.