Şaredarê navçeya Sûrê ya Amedê Abdullah Demîrbaş ku li Swêdê bi pêşengên civaka Asurî-Suryanî re hevdîtin pêk anî û diyar kir ku Konferansa Kurd a Netewî dê hemû gelên Kurdistanê temsîl bike û xwest Suryanî jî di vê konferansa Kurdistanî de cih bigirin. Demîrbaş da zanîn ku dê ‘Peykerekî êşê’ ku komkujî û qikirinan derdibire dike dê çêbikin.
Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş ji bo tevli Mîhrîcan Çand û Hunerê ya Skandînavyayê bibe çi bû Swêdê. Demîrbaş çû serdana Navenda Çanda Asurî û bi Asurî-Suryaniyan re hate cem hev. Demîrbaş spasiyên xwe pêşkêşî Suryaniyan kir û der barê geşedanên dawî yên Tikriye û Kurdistanê de agahî da.
Demîrbaş diyar kir ku Tikriye kesên ku di warê îdeolojiya fermî de ji wan cudane tune dihesibîne û tevgera siyasî ya kurd li dijî vê têdikoşe. Demîrbaş wiha got: “Em ê pêşerojê bi hev re ava bikin. Li Rojavayê Kurdistanê geşedenanên girîng çêbûn. Şoreşeke zîhniyetê hewce ye. Em di warê pirzimianiyê de xebatên me hebûn. “
JI BO YEKITIYA GELAN KONFERANSA KURD
Demîrbaş bal kişand ser konferansa netewî ya kurd û wiha pê de çû: “Ev konfersans ji bo gelên Kurdistanê gelek girîng e. Divê Asurî û Suryanî jî di vê konferansê de cih bigirin. Gel êdî tiştekî wisa qebûl nakin. Xweseriya demokratîk ji darê demokratîkbuna Tirkiyeyê de girînge. Di bingeha pirsgirêkan de mantixa netew-dewletê heye. Ger pêşniyara me qebûl nekin, wê demê divê xwe bo cîrantiyê amade bikin.”Demîrbaş destnîşan kri ku dê ‘Peykerekî êşê’ li Amedê çêbikin.
KERÎMO: DÊ MOZAÎKÊ XERA NEKIN
Parlamenterê Partiya Karkeran a Sosyal-Demokrat Yilmaz Kerimo jî ji bo piştgiriya Abdullah Demîrbaş a ji bo dêran spas kir. Kerîmo da zanÎn ku gelên kurd û Suryanî bi salan in li ser heman erdnigariyê dijîn û mozaîkek avakirine û got dê kes vê mozaîkê xera neke.