Li Amanosê şewata daristanan

Li Amanosê şewata daristanan

Li çiyayên Amanos yên ser bi navçeya Doryol ya Hatayê ku ji şeva Yekşemê şewata daristana destpê kiribû hêjan didome.

Di demjimêrên şev yên duh de ji ber sedemekî ku hêjan nehatî zanîn, li daristana şewat derket û hêjan nehatiye kontrol kirin.

Ji bo şewatên daristanan ku li çend deran didomin, 5 balefirên agirvemirandinê mudaxele dikin.

Li gorî hinek îdîayan, tê texmîn kirin ku xelkê li wir jiyan dike bi armanca çandina darên zeytonê agir vêxistibin.

Şewatên daristanê yên ku ji navenda navçeyê tê dîtin, hêjan didome.