YEK-KOMê bertek nîşanê nûçeyên kurdan êrîşa polîsan kir ya di dema 20emîn Mîhrîcana Çand a Kurd ya Navneteweyî ya bajarê Mannheîm pêk hat de, pêk hatin da. YEK-KOMê bang li hikûmea alman kir û got: bi qedexeyên nû re mijul nebin, bi çareseriya pirsgirêka kurd re çareser bibin.
Kurdên li Ewropayê dijîn di 8ê îlonê de li Mannheîm a Almanyayê di 20emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Navneteweyî de hatin cem hev. Lê polîsan êrîşên zarokekî 12 salî ku al di destê wî de hebû kir û piştî vê bûyer qewimîbûn. Di bûyeran de provakasyona polîsan bal kişandibû.
Piştî mîhrîcanê di çapemeniya Alman de nûçeyên bi ser navê şîdeta kurd, kurdê şîdetxwaz, hêrsa kudan, kurd derketine neçîran polîsên alman weşandin û fatureya bûyerê li kurdan birîn. Her wih apartiya Demokrast a Sosyal û hinek wezîran daxuyaniyên ku kurdan dikin hedef nîşan dida dabûn.
WEZÎRÊ BI ESLÊ XWE TIRKA KURD SÛCDAR KIR
Wezîrê Karê Hundir yê Eyaleta Baden-Württemberg Reinhold Gall, got dê ji vir şûnde destûrê nedin xwepêşedanên wisa û daxwaz kir ku saziyên nêzî PKKê bên girtin û got dê di rojê pêş de vê mijarê bikin rojeva xwe. Daxuyaniyek wisa ji wezîrê bi eslê xwe tirk Bîlkay Oney hat. Oney jî kurd sûcdar kir û got pevçûnê li welatên me pêk tînin anîne vir jî.
Lis er vê yekê Federasyona Komeleyên Kurdan ên li Almanyayê (YEK-KOM) daxuyaniyek da bertek nîşanê wan da. YEK-KOMê wiha got: Piştî bûyera li Mannheîmê li hemberî kurdan kampanyaya lîncê hate dest pêkirin. ji hefteya borî kurdên li Almanyayê dijî dema diçin ser karê xwe an jî diçin dibitanan rastî neheqiyan tên. berpirsê vê bûyerê polîsin û wezîrên. Her wiha sûcên wan jî tên veşartin.
SALÊN 90Î TÎNIN HIŞÊ MIROVAN
YEK-KOMÊ wiha got: PKK li gel qedexeyan ji aliyê gelê kurd ve tên hezkirin. Ev 10 sale daxwaza aştiyê tîne ziman. Dixwaze pirsgirêka kurd bi riyên aştiyane bê çareserkirin. Lê ev nayê dîtin. Dibêjin kurd şîdetxwaz in. Ev tişt salên 90î tîne hişê mirovan.
YEK-KOMê di berdewamiya axaftina xwe de iwha got: Di nûçeyên di çapemeniyê de deketin de der barê piştperdeya pirgirêka kurd de tu tiştek neha gotin. Girtiyên kurd şaredar, siyasetmedar, palametrên girtî venegotin. Li almanyayê mîlyonek kurd hene. Hemûyan welatê xwe tek kirine. Lê Almayayê ji bi qedexeyan gelê kurd ji mafên wan bêpar hiştiye.