Li Şaxê erdê gel tê xespkirin
Sercerdevan Salih Ozbek ku salên çûyî dest da ser mal û milkên gel, niha jî xwe li ber zozanên Alandeştê xweş kiriye. Îtiraza ku gundiyan li Qeymeqamê Şaxê kir, bi hinceta “Em ê wê derê bikin xezîneyê” hat redkirin.
Sercerdevan Salih Ozbek ku salên çûyî dest da ser mal û milkên gel, niha jî xwe li ber zozanên Alandeştê xweş kiriye. Îtiraza ku gundiyan li Qeymeqamê Şaxê kir, bi hinceta “Em ê wê derê bikin xezîneyê” hat redkirin.
Salîh Ozbek ku salên 1990’î serektî ji “Tabûra Birûskan” re kiriye, sala 2014’an ku birayê wî Yahya Ozbek bû keyayê gund, bi piştgiriya dewletê dest dide ser mal û milkê li gundê Konalgayê. Bi hinceta tim erd diheze, Ozbek cih xalî kiriye û ji xwe re kiriye milk. Îtirazên gundiyan li kirinên Ozbek, ji aliyê qeymeqamî û walîtiyê ve hatine redkirin.
Li gundê Konalgayê ku cerdevanan bi salan bi zorê çekan her sûc kirine, niha jî çav berdane zozanên Alandeştê ku gundî bi salan çandinî û sewalvaniyê lê dikin. Nebûna tapoyê zozanên Alandeştê ku nêzîkê du sed sal in gund çandinî û sewalvaniyê li ser dikin, cerdevanan ji xwe re kiriye fersend û îdia dikin ku ev der erdê xezîneyê ye da ku ji xwe re ji bo çandin û çinînê bi kar bînin. Dilê cerdevanan lê ye ku ji bo bikaranîna Alandeştê hîbe ji dewletê bigirin.
‘EM TERKA ALANDEŞTÊ NAKIN’
Gundiyên xwe li ber biryarê nerazî dikin, wek “Piştgirê rêxistinê” tên sûcdarkirin. Li gor agahiyên ku gundiyan dan, çendeyê dawîn pir bang li gundiyan tê kirin û îfade ji wan tê girtin. Gundiyan çend roj berê hevdîtin bi Qeymeqamê Şaxê Sercan Sakarya re kiriye û daxwaz jê kiriye ku mafê bikaranînê yên zozanên Alandeştê bide wan. Lê Qeymeqam Sakarya bersiva wan wiha daye: “Ew der erdê xezîneyê ye, ne yê we ye. Jixwe em ê wê derê di demeke nêz de bikin cihekê giştî.” Bi vî awayî derket holê ku qeymeqam li pişta cerdevanan e.
Gundiyên ku em li ser mijarê bi wan re axivîn, got ku erdê wan tê xespkirin. Gundiyan diyar kir ku cerdevanan ji zû ve ye ku çav berdana zozanên Alandeştê û ew ê heta dawiyê têbikoşin û gund bernedin.