Li Îzmîrê li dijî komploya navneteweyî banga 'Meşa Azadiyê' hat kirin

Nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî yên Îzmîrê, ji bo meşa li dijî komploya navneteweyî banga tevlîbûnê kirin.

Nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî yên Îzmîrê,  ji bo 24'emîn salvegera komploya navneteweyî ya di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê dest pê kir, li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê civîneke çapemeniyê li dar xistin.

 Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl tevlî civînê bûn. Di civînê de hat ragihandin ku wê bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî bi şîara "Em dimeşin Azadiyê" di 9'ê Cotmehê de saet di 15.00'an de li Qada Basmaneyê meşeke girseyî bê lidarxistin.

Di civînê de rêvebera EGE-TUHAYDER'ê Leyla Kaygisiz diyar kir ku  tecrîda mutlaq a li Îmraliyê tê meşandin pêşeroja hevpar a gelan dike hedef û wiha got: “Li dijî vê, birêz Ocalan bi helwesta xwe ya li Îmraliyê û bi paradîgmaya çareseriya demokratîk a ku pêş xistibû, ev hewldana qirêj û xetere ya ku bi komployekê hatibû hedefgirtin pûç kir. Îspat kiriye ku gelên Tirkiyeyê dikarin bi aştî, demokrasî û diyalogê rizgar bibin."

Di berdewamê de Kaygisiz, destnîşan kir ku tecrîd hem li gorî hiqûqa navxweyî û hem jî li gorî hiqûqa navneteweyî sûc e û got: “Tecrîd tunekirina hêviya jiyanê ye. Tecrîd di neçareseriyê de israr e. Heta ku tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan were şikandin wê têkoşîna me bidome.”

Kaygisiz di dawiya axaftina xwe de ji bo "Meşa Azadiyê" ku wê di 9'ê Cotmehê de li Qada Basmaneyê bi dirûşma "Em dimeşin azadiyê” bê kirin banga tevlîbûnê kir. 

Civîn bi dûrişmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, jiyan, azadî” ve “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.

Navên partî û saziyên ku civîna çapemeniyê lidarxistin wiha ne:

 “Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Xizmên Winda Kirine ya Anatoliyê(ANYAKAY-DER), Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtiyan a Egeyê (EGE-TUHAYDER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Olî (DIAYDER), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avesta (AVESTA ZIMAN) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD).”