Li Îzmîrê di dorpêça polîsan de çalakiya ‘aştiyê’

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Karşiyakayê bi dirûşmeya “Em ji bo aştiyê dicivin” li Îzmîrê hat ba hav. Di daxuyaniya ku bi dorpêçê hat kirin de wiha hate gotin, “Bedelê şer yên bindest didin, aştiya mayînde divê bi tevlîbûna gelan pêk be.”

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Karşiyakayê bi dirûşmeya “Em ji bo aştiyê dicivin” li pêşiya Karşiyaka ÎZBAN daxuyaniya çapemeniyê da. Komeke nîjadperest gefê êrîşî li girseyê xwar û piştre daxuyanî di dorpêça polîsan de hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa “Eger çiya, mirov û heta mirin jî westayî be, niha helbestê herî xweş aştî ye” hate vekirin û dowîzên “Aştiyê” ya bi gelek zimanan hate hilgirtin. Beşdaran gelek caran dirûşmeyên “Bijî aştî”, “Ji şer re na, niha aştî” û “Li dijî faşîzmê mil bi mil” avêtin. Tevî rêxistinên bajer û navçeyê yên DEM Partiyê û gelek nûnerên rêxistina civaka sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn.

Li ser navê platformê Zelîha Danyelî axivî û diyar kir ku şer hemû destkeftiyên mirovahiyê tune dike û wiha got: “Hemû hêzên ku piştgirî didin vê rejîma bi xwîn û komkujiyên wî, wê li ber dîrokê hesabê bidin.”

Zelîha Danyelî bal kişand ser tezkereya ku li Meclîsê hat pêşkêşkirin û wiha got: “Divê pêwîstiyên gelên Sûriyeyê li ber çavan were girtin û tezkere neyê dirêjkirin. Bedela polîtîkayên şer bindest û kedkar didin.”

Zelîha Danyelî destnîşan kir ku aştiya mayîne bi rasterast tevlîbûna gel dikare were pêkanîn.