Li Îzmîr û Mêrsînê gelek kes hatin destgîrkirin

Di operasyonên qirkirina siyasî yên li Îzmîr û Mêrsînê de gelek kes hatin destgîrkirin.

Li Îzmîrê danê sibehê bi ser hin malan de hate girtin. Hate hînbûn ku di serdegirtina malan de Gokhan Kizil, Reyhan Çomak, Mîkaîl Kalin, Hamdullah Seyhan, Ayşe Ozturk, Savaş Ozer, Berfîn Ozer, Felemez Yildirim, Azîz Yildirim, Îhsan Bakir, Sîbel Aydemîr û Cahît Dogan hatine destgîrkirin.

Der barê dosyayê de biryara “nepeniyê” hate dayîn û agahî ji bo parêzeran nehate dayîn. Kesên hatine destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Îzmîrê.

MÊRSÎN

Li Mêrsînê di serdegirtina malan de 7 kes hatin destgîrkirin. Hat hînbûn ku Şahîn Ertem (18) û Dîlan Umît jî di nav de 7 kes birine Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê.

Li Edeneyê jî di operasyonên qirkirina siyasî de gelek kes hatin destgîrkirin.