Li Îmraliyê 9 meh û 10 roj

Nasrûllah Kûran ku 9 qasî mehan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re girtî ma, qala rojên Îmraliyê kir.

Nasrûllah Kûran zêdeyî 30 salan li girtîgehên Tirkiyeyê girtî maye. Kûran qasî 9 mehan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re girtî maye û bi sirgûneke ji nişka ve sewqî girtîgeheke din hatibû kirin. Kûran ji Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re qala rojên Îmraliyê û çîroka xwe ya sirgûnê kir.

Weke Sekreteryaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin Şeyhmûz Poyraz, Bayram Kaymaz, Cûmalî Karsû, Hasbî Ozdemîr û Hakki Alpan sala 2009’an sewqî Îmraliyê hatin kirin. Heta sala 2015’an ev girtiyên ku li cem Abdullah Ocalan man, piştre sê ji wan sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê û yên din jî sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê hatin kirin. Piştre 5 navên cuda hatin diyarkirin ku alîkariyê bidin xebatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Sekreteryaya nû ku ji Mehmet Saît Yildirim, Omer Hayrî Konar, Çetîn Arkaş, Nasrûllah Kûran û Veysî Aktaş pêk tê, ji 15’ê Adara 2015’an ve sewqî Îmraliyê hatin kirin. Ji van kesan Kûran û Arkaş piştî 9 meh û 10 rojan sewqî Girtîgeha Sîlîvriyê hatin kirin. Ji ber qedexeyên derhiqûqî yên li hemberî mafên peywendiyê, mafê name şandinê yê Kûran ku encex 11’ê Çileya 2016’an bi parêzerên xwe re hevdîtin kir, zêdeyî 2 salan hate xespkirin. Di beşa yekem a hevdîtina ku bi rêya nameyê bi Nasrûllah Kûran re hat çêkirin; têkildarî şert û mercên girtîbûnê ku 30 sal derbas kirin, rojên Îmraliyê, jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê, tecrîd û gelek mijarên din bersiva pirsan da.

Zêdeyî 30 sal in hûn li girtîgehê ne. Di nava vê pêvajoyê de li gelek girtîgehan man. Destpêkê bi kurtî em dikarin guhdarî çîroka we bikin?

Ji Sêrt-Erûhê û weke zarokê duyemîn ê malbateke xwedî 9 zarokan, di sala 1968’an de hatime dinê. Ji ber ku malbata min niştecihê Serêkaniyê ya Rihayê bûbû, hîna di temenê zarokatiyê de min Tevgera Azadiyê nas kir. Min di salên destpêkê yên dibistana amadeyî de, biryara tevlîbûnê da. Ez û hevrêya min a têkoşînê xwişka min Leyla (Zekiye) tevlî nava gerîla bûn. Piştî demekê em li Botan û Behdînanê man, min li Hatay, Çûkûrova û Deryaya Spî xebat meşand. 14’ê Nîsana 1992’an li navçeya Alanya ya Antalyayê hatim girtin. Di encama darizandinên li Îzmîr û Malatya DGM’ê hatin kirin de, cezayê heta bi hetayê yê girtîgehê li min birîn. Ji wê rojê heta niha bi rêzê ve li Girtîgehên Bûca, Malatya, Bartin, Bûrsa, Tîpa F a Kandirayê, Tîpa F a Bolûyê, Tîpa E ya Nazîliyê û Afa ya Îmraliyê girtî mam. Piştî ji Îmraliyê hatim sirgûnkirin û vir ve, em li Girtîgeha Girtî ya Sîlîvriyê tên ragirtin.

Pêkanînên faşîzmê yên ku li Tirkiyeyê zêde bûne, destpêkê bandora xwe li girtîgehan dike. Weke girtiyekî ku ev demek dirêj e li girtîgehê dimînin, hûn veguherîna li girtîgehan û berxwedana li dijî vê yekê çawa dinirxînin?

Berxwedanên ku bi pêşengiya Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş û Mazlûm Doganan hatine meşandin û bandora Pêngava 15’ê Tebaxê û bingehekî ku di encama vê bandorê de çêbûyî, hebû. Girseyîbûna têkoşînê mijara gotinê bû. Di van şert û mercan de dewleta Tirk polîtîkaya girtîgehên xwe bi giranî li ser du rêbazên bingehîn pêk anî: li girtîgehên metropolên Tirkiyeyê li ser esasê rehabîlîtasyonê, naskirina hin mafan, pirtûk, kovar, rojname, hevdîtin û hwd mijarên têkildarî vê yekê şert û mercên rehet hatin afirandin; li girtîgehên Kurdistanê timî êrîşên li ser girtiyan li pêş hat girtin û bi vê armancê gelek girtîgeh hatin veguherandina qadên pêkanîna ‘pîlot’. Tevî hemû hewldanan, girtî di her qawîşê de li ser bingehê komunaliyê jiyan rêxistin kirin û ji têkoşîna li derve mezin bûyî jî bandor bû, ev yek ji bo demê destkeftiyeke girîng bû.

Ji 95’an û vir ve ji ber ku mejiyê dewletê ev yek dît û analîz kir, di 96’an de di dema Wezareta Edaletê ya Mehmet Agar de weke biryara MGK’ê li dijî têkoşîna me girtîgehên tîpa F anîn rojevê. Lê ji ber pêşketina şer derfet nedîtin ku vê yekê pêk bînin. Lê ev weke planekê ma. Piştî dîlgirtina Rêbertiya me di destpêka salên 2000’an de ev pêvajo bi meyla li hemberî rêxistinên çep ên Tirk, xistin dewrê. Dema Cotmeha 2003’an hat pêvajoya ku girtiyên PKK’ê bişînin tîpên F dest pê kir. Bi taybetî sala 2003’an xwedî girîngiyekê ye.

Di sala 2003’an de çi hat guhertin?

Ji ber ku di vî demî de li girtîgehan ji sîstema qawîşê ya 40-50 kesî derbasî sîstema odeyê ya 5-6 kesî bûn. Ev di aliyê xwe de tê wateya amadekariya ji bo tîpên F’ê. Her wiha di nava heman salê de li girtîgehên li sê bajarên cuda, bi hevalên me yên ku dihat fikirîn ku di rêveberiya qadê ya girtîgehê de cih digirin re di asta serdar û serdozgeriyê de hevdîtin destpê kirin. Li navenda wan hevdîtinan ‘Qanûna Tevlîbûna Komara Demokratîk’ hebû û dihat diyarkirin ku hevdîtin bi agahiya Wezîrê Edaletê Cemîl Çîçek dihat kirin. Lê mejiyê dewletê planek xist dewrê û armanc kiribû ku destpêkê rêxistinên çep ên Tirk û me cuda bikin. Piştî ev yek bi ser xistin, derbasî pêvajoyê duyem bûn û piştî demekî kurt hevalên me sirgûnî tîpên F hatin kirin. Li aliyekî din bi rêya çapemeniyê propaganda dikirin ku gerîla kom bi kom teslîm dibin. Bi vê yekê re dixwestin bêçaretî, hesta terkbûyînê li hundir ava bikin û derûniya girtiyan xera bikin.

Bê guman ev pêvajoyeke têra xwe zehmet bû. Bi tîpa F re ji cil û bergên me heta pênûsa ku em bi kar bînin, ji bo her tiştî qaîde anîbûn û heta wan dixwest vê yekê jî diyar bike ku em ê çawa bimeşin. Cezayên disîplînê yên ku me ji 92’ê heta 2004’ê negirtin, di nava salekî de me gelek caran stand. Mesele AKP di girtîgehên xwe de propagandayê dike ku Kurdî bi azad tê axaftin. Lê ji 2004’ê heta 2007’ê heta demê ku em sirgûnî Tîpa F a Bolûyê hatin kirin li Tîpa F a Kandirayê û Tîpa F a Tekirdagê ji ber qedexeya Kurdî me nedikarî mafê xwe yê telefonê bi kar bînin.

Di dema 'pêvajoya diyalogê' de hûn 9 mehan li Îmraliyê man. Tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û helwesta ku Abdullah Ocalan li dijî vê yekê bi pêş xistî, hûn çawa dinirxînin?

Bi rastî, baştirîn û berfirehtirîn awayê bersiva vê pirsê hunermend û nivîskarên wêjeyî dikarin bidin; Ya rastîn dikarin bikevin nava hewldaneke wiha. Belkî ne cara yekem e ku giravek bi kes û kesek bi giravek re tê yekkirin, lê yekem car e ku bi vî rengî giran û kûr tê meşandin. Birêz Abdullah Ocalan jî mirovek e, tevî dorpêça leşkerî û îstîxbaratî û serweriya dewleta Tirk a li giravê, li pêşberî wan hebûneke tazî ye. Lê tevî vê bêhevsengiyê, ew xwedî hêzek e ku wî dike kurê herî baş ê mirovahiyê û ji gelê xwe re pêşeng e, ev jî hêza raman û têgihiştinê ye. Ez nizanim gelo heya niha rêbertiyek din a ku jiyana xwe, cîhana hest, raman û ruhê xwe bi gel û mirovahiyê re di vê astê de bike yek, çêbûye yan na. Bi rastî, min di tu xwendinên xwe yên li ser dîroka pêxember û rêberan de yekbûneke wisa nedîtiye. Di her yek ji wan de bêguman hûn ê rastî yek an jî zêdetir qadên takekesî werin. Li aliyê din ji bo birêz Ocalan berovajî vê yekê ye; hûn ê her tim tê de bi îfadeya civak-mirovahiyê re rû bi rû bimînin. Ruh û hişmendî her gav li ser vê yekê disekine, ji ber vê yekê hûn kîjan pirsgirêkê bînin ziman bînin, hûn ê bê guman rastî şîrove û pêşniyarên awarte yên ku we matmayî dihêle werin.

Her tişt di wî de yekgirtî û sîstematîk e, ji ber vê yekê ew di herikîna domdar de ye. Dema ku hûn şêweya wî ya mijar girtina dest dinirxînin, hûn dibînin ku wî bi her awayî li ser mijarekê fikiriye, ji bo her ramanê ji yek îmkanan zêdetir bersiv pêş xistiye û çareseriyên guncav derxistiye holê. Ji ber ku fikirîna kûr a li ser bûyeran ji bo xwe kiriye şêwa, baldariya stratejîk, aqilê kirina yek û zîhnek elastîkî bi dest xistiye. Ji aliyê din ve şêwaza diyaloga sokratîk a Birêz Ocalan û pêwendiya ku di vî warî de afirandiye, der barê cîhana wî ya hişmendiyê de agahiyên girîng dide. Diyalog û fikirîn ji bo birêz Ocalan mîna nefesê ye. Li vir mirov dikare bibêje stratejiya tecrîda girankirî û bêtêkiliyê derdikeve pêş. Ji ber ku hêzên hegemonîk karakterê birêz Ocalan baş lêkolîn kirine, di wê baweriyê de ne ku rêya herî baş a bênefes hiştina wî ew e ku demeke dirêj bê diyalog bê hiştin û ji tecrîda mutleq derbas bibe. Ji ber ku Birêz Ocalan hay ji vê rastiyê hebû, ji bo ku zîhnê wî her tim bixebite ked daye, bi her pirtûka ku dixwend re nîqaş kir û bi vî awayî asta xwe ya ramanî domand û kûrtir kir.

Divê were zanîn ku mejiyê dewleta Tirk jî di vê mijarê de nêzîkatiyeke pragmatîk dişopîne. Ji ber ku rastiya nirxandin û analîzên birêz Ocalan ên der barê pêvajoyan de tê zanîn, ev aliyê giravê her tim tê şopandin û analîzên wî li ber çavan tên girtin. Qet nebe di dema mayîna me ya li giravê de, me ji nêz ve şahîdî kir ku, di sohbetek birêz Ocalan a di derbarê Iraq û Sûriyeyê de, piştî 15 rojan dewleta Tirk çawa li gorî xwe teşe da û pratîk kir.

Tevî ku hemû operasyonan xistine nava tevgerê jî, nekarîn hêza ramanê ya birêz Ocalan asteng bikin û qels bikin. Israra wan a di tecrîda mutleq de ji vê rastiyê çavkaniya xwe digire. Ew dizanin ku her hevokek ku wê were gotin xwedî qabîliyetek ku destwerdana ‘demê’ bike û wê bersivek tavilê bibîne. Bi kurtasî ew ji ber ku ji kapasîteya birêz Ocalan a çareseriya pirsgirêka gelan û hêza ramanê ditirsin tecrîda mutleq berdewam dikin. Wekî din, diviyabû mafên hiqûqî yên ji bo her girtiyekî, telefon, malbat, hevdîtina parêzer û derfetên din ên ragihandinê ji bo birêz Ocalan jî bihata kirin.

Em dixwazin çîroka sirgûniya we ji Îmraliyê ber bi Sîlîvriyê ve, ji we guhdarî bikin. Wê rojê çi bû, we çi jiya?

26'ê Kanûna 2015'an piştî şîvê bû. Ji ber ku hucreyê min li beramberî hucreyê hevrê Çetîn bû, pêşî dengê vekirina deriyê wî hat, deriyê hucreya ku ez tê de bûm yekser vebû û yek ji midûrê duyemîn ê nobedar, diyar kir ku wezaretê telîmatek şandiye ku ew ê me sewqî girtîgeheke din bikin, divê demildest xwe amade bikin û eşyayên me cuda bên veguhestin. Dema ku me pirs kir ku çima ev hewce ye, wan bersiv da ku haya wan tune û ew tenê berpirsiyar in ku talîmata hatî pêk bînin. Dema me pirsî ew ê me bibin kîjan girtîgehê, bersiva “Em nizanin” hat.

Dema ku biryara şandina hevrê M. Saît Yildirim ji ber nexweşiya dil hate girtin, derfet hat dayîn ku em ji Birêz Ocalan xatir bixwazin. Li ser vê bingehê dema me daxwaza hevdîtina bi Birêz Ocalan re kir, gotin ku ew ê bihêlin em hevdîtinê bikin. Li ser vê yekê me guncavtir dît ku pêşî ji Birêz Ocalan û piştre jî xatir ji hevrê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bixwazin. Dema em ji bo xatirê xwe ji birêz Ocalan bixwazin derketin korîdorê, em birin oda ku me tê de sohbeta kolektîf kir. Dema em gihîştin odê, em birin ber deriyê aliyê çepê yê din ê odê, lê me nizanibû li ku derê ye û ji wir jî ji me re gotin ku em ê derbasî beşa ku birêz Ocalan lê ye, bibin. Dema ku em hatin ber derî, me dît ku girseya gardiyan ku heta wê rojê em pê re rû bi rû nebûn, aliyê paş girtibûn. Dema derî vebû me dît ku em anîn nuqteya derketinê û tîmeke efseran li benda me bûn.

Ew der cihê ku gotin bi dawî bibû. Dewleta Tirk mîna her carê dîsa serî li tiştên ku herî baş dizanibûn dabû: derew û komplo. Me yek bi yek û bi paş ve kelepçe kirin û li wesayîta zirxî siwar kirin. Bi wesayîta zirxî me birin keştiya li benda me sekinî. Li wir kelepçeyên me rast kirin, lê li wir em li cihên cuda dan rûniştandin. Heta ku em li erebeya rîngê siwar kirin, çend efser bi me re bûn û li axaftinên me guhdarî kirin. Di dawiya rê de em ji tabelaya li ber derî hîn bûn ku cihê em gihîştine Girtîgeha Girtî ya Sîlîvriyê ye.

Baş e hûn çima hatin sirgûnkirin û çima hûn herdu hatin hilbijartin?

Çima piştî 9 meh û 10 rojan li Îmraliyê em sirgun kirin û çima em herdu hatin hilbijartin? Ji gava yekem dema em li keştiyê siwar bûn, me hewl da ku bersiva vê pirsê fam bikin. Bi rêyên fermî tu hincet nehat dayîn. Ji xeynî nêzîkatiya bêwate ya rayedarekî saziyê ya bi awayê "Rihet nesekinîn" ti ravekirin nehat kirin. Em gelek paşê hîn bûn ku A. Kadîr Selvî li ser vê mijarê şîroveyek nivîsandiye ku ti eleqeya wê bi rastiyan re nîne. Ev gotara bi tevahî çêkirî armanc bû ku tevliheviyê çêbike.

Tişta balkêş ew e ku birêz Ocalan di dema analîzkirina geşedanan de, di hefteya beriya sirgûnê de tesbîta 'Em jî hay ji xwe hebin, dibe ku ew berê xwe bidin vir jî’ kir. Di wê sohbetê de dema ku çend mijarên ku wî wek îhtîmal dihesiband, paşê dema pêk hat, me careke din anî bîra hev. Qasî ku me fêm kirî ev bû: Pêvajoya ku Birêz Ocalan jê re gotî, ‘Pêvajoyeke çareseriyê ya rast li holê tune bû, di bin navê pêvajoya çareseriyê de operasyonek hat meşandin’ hat bidawîkirin, dema encama ku dihat xwestin nehat wergirtin dewleta ku ji aliyê AKP-MHP-Ergenekon ve hat dîzaynkirin careke din biryara tecrîdê da û tengkirinê jî bi me re, pêkhateya 6 kesî daxist 4’ê û da destpêkirin.

Di hilbijartina me herduyan de çi pîvan hatine bikaranîn em nizanin, ji ber vê yekê em çi bibêjin wê ne rast be. Lê hêjayî bibîrxistinê ye ku di qunciknivîsa Ahmet Takan a rojnameya Yenîçagê ya 25’ê Çileya 2015’an de der barê amadekariyên operasyona "pêvajoya çareseriyê" de agahiyên girîng hene. Dema ku ev gotar were lêkolînkirin wê baştir were fahmkirin ku birêz Ocalan dixwaze çi bêje û konsepta desthilatdariya AKP-MHP-Ergenekon a “Li welat û cîhanê li hemberî Kurdan şer” çawa hatiye plankirin.

Sibe: Îkametgaha rêya 3’yemîn ne meclîs, kolan e.