Li Îdirê çalakiya Rojava: Deriyên sînor vekin!

Li Îdirê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li dijî êrîşên li ser Rojava meş hate lidarxistin.

Di meşa ku ji Cadeya Cûmhûriyet heya Bîrdariya Mûsa Anter dom kir de, Parlamentera Agiriyê ya DEM Partiyê Nejla Demîr û Parlamenterê Îdirê Yilmaz Hun jî di nav de, bi sedan kes beşdarî meşê bûn.

Di meşê de dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” hate berzkirin û pankarta “Rojava xeta me ya sor e” hate hildan.

Nejla Demîr axivî û diyar kir ku divê deriyên sînor bên vekirin û alîkarî bigihije Kobanê.

Yilmaz Hun jî bang kir ku êrîşên li ser Rojava bên sekinandin û piştevanî were mezinkirin.

Meş piştî daxuyaniyê bi dawî bû.