Li Çînê êrîşî pêşdibistanê hate kirin: 6 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Lîanjîangê ya ku li başûrê Çînê ye êrîşî pêşdibistanekê hate kirin. Di êrîşê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

Li gorî daxuyaniya şaredariya Lîanjîangê di êrîşê de mamosteyek, du dê û bavên xwendekaran û sê xwendekaran jiyana xwe ji dest dane. Hate diyarkirin êrîşkar hatiye girtin.

Hate ragihandin êrîş roja Duşemê li gorî saeta herêmî saet di 07.40’an de pêk hatiye. Li Çînê qedexe ye ku mirov çekê bi kar bîne lê di salên dawîn de êrîşên bi kêrê zêde bûne.

Ji ber ku li dijî dibistanan êrîşên giran zêde bûne, li dora saziyên perwerdehiyê tevdîrên ewlehiyê zêde bûne.