Li Çilaxayê 41 şehîd hatin bîranîn

Gelê Çilaxayê 42 şehîdên xwe bi bîr anî û got “Ji bo parastina destkeftiyên şehîdan, em li hemberî qirkirin û polîtîkayên qirkirinê li ber xwe bidin.”

Merasîma bîranînê li hola Navenda Çand û Hunerê ya Çilaxayê ya Qamişloyê hate lidarxistin. Gelek şênî, malbatên şehîdên HPG, YPJ, YPG, QSD′ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn.

Di merasîmê de, endamê Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan Husam El Mubarek navên 41 şehîdan xwend.

Dûre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Hesen Ubeyd axivî û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî.

Ubeyd rola ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di parastina ewlehiyê de pîroz kir û wiha got: "Şehîd mîrasên şoreşê û destkeftiyên wê ne. Ka em têbikoşin, li ber xwe bidin û li hemberî siyasetên qirkirin û dagirkirinê şer bikin da ku em destekftiyên şehîdan biparêzin."

Ubeyd wiha gotina xwe bi dawî kir: "Berpirsyariya parastina şoreş û destkeftiyên dikeve ser milê malbatên şehîdan, ji ber wan di oxira azadiyê de berdêl dane û ew xwedî projeya neteweya demokratîk in."

Di dawiyê de dirûşmên "Şehîd namirin" hatin berzkirin.