Girtiyên ji doza PKK û PJAK’ê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ku ev saleke zêdetire didome protesto bikin û ji bo azadiya Ocalan li 6 girtîgehan dest bi greva birçûnê ya bêdem û dorneveger kirin. Greva birçûnê di 12’ê îlonê de dest pê kir.
Nûnera Enqreyê ya Tuhad-Fedê Havva Ozcan ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ji meha Tîrmeha 2011’an heta niha Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan nake û got bi hincetên wekî ‘koster xerabe ye’ hevdîtin tên astengkirin û ev yek wekî ‘tengezariya dewletê’ şîrove kir.
Ozcan destnîşan kir ku ev salek zêdetire agahiyê ji Ocalan nagirin û got ev fikaran zêde dikin. Ozcan wiha pêde çû: “Girtiyên PKK’ê û PAJK’ê ji bol i dijî vê tecrîd û îzolasyona li ser Ocalan bê deng nemînin dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorneveger kirin. Niha li 6 girtîgehên Tikriyeyê grev heye û her diçe zêde dibe.”
Ozcan pirsa; “Di vê rewşê de hesabê tiştekî neyînî ya herî biçûk dê kî bide?” pirsî û wiha got: “Jixwe her roj cenaze tên. Her roj bi dehan cenazeyên leşker, polîs û gerîlayan tên. Êdî ji vana re bes e. Em demildest dixwazin aşitî were vê derê. Komploya ku Ocalan xistiye bi esaretê di dîroka Tirkiyeyê de wekî lekeyeke reş derbas dibe. Lê Ocalan ev 13 sale ji bo aştî bê hewl daye û bi vê armancê bangî du komên aştiyê ji bo Tirkiyeyê kiriye. Gelê kurd azadiyê dixwaze û her wiha divê demildest tecrîda liser Ocalan bê rakirin. Bê Ocalan çareserî pêk nayê û aştî jî nayê. Tenê muxatabek heye ew jî Ocalane. Navnîşana çaseriyê li Îmraliyê ye. Bila ev xwîn êdî nerije.”
Ozcan bang li Tirkiyeyê kir got gelek ciwanê k udi nava mîlîtarîzmê de hatine xetimandin nezanin ji bo çi şer dikin û bang li dayikên leşkeran kir: “We zarokên xwe ji bo ku bimire mezin nekir. Zarokên wan di qesran de, koşkan de mezin dibin. Zarokên we bi nanê hişk mezin dibe. Tu gelekî xizanî, tu ji bo ku zarokê te bimire naşîne wir. Tu dibêjî ‘peywira pîroze’ lê diçe û êdî nayê. Hun ji vê dewletê re bêjin bes. e Werin em ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin.”
Ozcan da zanîn ku girtiyên PKK’ê yên GirtîgehaTîpa F ya hejmar 2 a Jinan ya Sîncanê jî biryara dê dernekevin hevdîtina girtî dan.
PSÎKOLOGÊ GIRTÎGEHÊ JÎ ZEXTAN DIKE
Ozcan bal kişand ser binpêkirinên mafê mirovan yên girtîgehan û li ser nameyên girtiyan yên ji TUHAD-FED’ê re tên sekinî û wiha got: “Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiyên jin rastî zextên psîkolojîk yên psîkologên girtîgehan tên. Her wiha li girtîha Sîncanê ya hejmar 1 û 2 rojnameyên rojane yên Azadiya Welat nayê dayîn. Li Girtîgeha Çankiriyê girtî qadên xwe yên civakî nikare bi kar bîne û nabin nexweşxaneyên baş.”