Li 3 bajaran li dijî tecrîdê çalakî
Însiyatîfa Jinen Tolhilder diyar kir li 3 bajaran wan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî kirine.
Însiyatîfa Jinen Tolhilder diyar kir li 3 bajaran wan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî kirine.
Însiyatîfa Jinen Tolhildêr têkildarî çalakiyên xwe ev daxuyanî da:
“Di 14’ê Tîrmehê de li Taksîma Stenbolê yekîneyên me ketin dû şopa êşkencekar û gardiyanê faşîst ê bi navê Alî Kartal ê ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê peywirdar e. Hêzên me ew şopand. Ev gardiyanê faşîst tevî jineke li ba xwe çû Taksîma Stenbolê. Piştî ku çûn otela li Taksîmê, yekîneyeke me ya ku wê çalakiyê bike, kete dewrê û çalakî kir. Di çalakiyê de gardiyanê faşîst ê bi navê Alî Kartal û jina li ba wî bi giranî birîndar bûn. Piştî çalakiyê yekîneyên me, bi selametî ji qadê vekişiyan.
Di 14’ê Tîrmehê de li 3 nuqteyên cuda yên Geverê çalakiyên hemwext hatin lidarxistin. Li taxa Ormanê ji sê aliyên cihê ve bi teqemeniyên bi destan hatibûn çêkirin li wesayîtên zirxî yên polîsan hate xistin.
Li Taxa Kişlayê jî yekîneyên me mudaxeleyî wesayîta polêsan kirin û hat diyarkirin ku polêsek birîndar bûye. Dîsa yekîneyên me li taxa Cûmhûriyetê wesayîta sercerdevanê bi navê (M.H.) şewitandin û wesayît kete halê ku êdî nayê bikaranîn.
Di 15’ê Tîrmehê de yekîneyên me bi 20 wesayîtên luks re li 1 otopîla Derûn Ûlgenê ku li navçeya Konya-Emirgaziyê weke şêwirmendê Serokê Odeyên Osmaniyan bû, ewil bi teqemeniyên destçêkirî hatin derbkirin û piştre hatin şewitandin û bi temamî nayê bikaranîn.
Di 15’ê Tîrmehê de li navçeya Emîrgazî ya Konyayê yekîneyên me bi teqemeniyên bi destan li otoplazaya Derun Ulgen dane û piştre ev otoplaza hatiye şewitandin. Di vir de 20 wesayîtên luks hebûn. Ev kes wekî serşêwirmendê Serokê Giştî yê Ocaxên Osmaniyan e."
Înisîyatîfa Jinên Tolhildêr diyar kir ku heta tecrîda li ser Îmraliyê hebe wê çalakiyên wan jî bidome.