Li 3 bajaran gelek kes hatin destgîrkirin

Li Stenbol, Amed û Enqereyê di serdegirtinan de gelek kes hatin destgîrkirin.

Li navçeyên Alîbeykoy û Esenlerê di serdegirtina malan de Alî Coşkûn û Kadrî Ertûgrû hatin destgîrkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.

Li Enqereyê dema destgîrkirinê ya 13 kesan hate dirêjkirin ku di daxuyaniya çapemeniyê ya ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê de hatibûn destgîrkirin.

Li Amedê Hevserokê berê yê Şaxê Amedê yê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristiyê û Civakî (SES) Ramazan Kavak û kurê wî Velat Kavak di operasyona qirkirina siyasî ya 19'ê Gulanê de hatin destgîrkirin.

Li ser dosyaya lêpirsînê biryara nepenîtiyê hate dayin.