Li 2 bajaran herî kêm 15 endamên ESP’ê hatin binçavkirin
Li Stenbol û Antalyayê bi ser malên endamên ESP’ê de hate girtin û herî kêm 15 kes hatin binçavkirin.
Li Stenbol û Antalyayê bi ser malên endamên ESP’ê de hate girtin û herî kêm 15 kes hatin binçavkirin.
Li gelek navçeyên Stenbolê bi ser malên endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) de hate girtin.
Bi rengekî hemwext li Antalyayê jî bi ser malan de hate girtin.
Li gorî agahiyên destpêkê li her du bajaran herî kêm 15 kes hatin binçavkirin.
Navên hin binçavkiriyên li Stenbolê, wiha ne: Tarik Tepelî, Sînan Akkuş, Gokhan Atan, Mahsunî Yilmaz, Ahmet Eten, Mustafa Taylan Savran, Tuncay Mat.