Leşkerên Tirk li pişt patronan sekinîn, bend li pêşiya karkeran danîn

Leşkerên Tirk li pêşiya karkerên Ozak Tekstilê ên ku ji ber zilma patronên xwe dev ji kar berdan, barîkat danîn.

Li Rihayê çalakiya rawestandina kar a ji aliyê xebatkarên Ozak Tekstilê ku ji kar hatibûn avêtin û li dijî zext, gef û tehdîdan li OSB’ya Rihayê dan destpêkirin, ev 5 roj in berdewam dike. Tevî biryara "qedexeyê" ya walîtiyê jî karkerên ku xwestin bên li ber deriyê  kargehê dîtin ku leşkeran barîkat li pêşiya cadeya ku kargeh lê ye danîne.

Serokê Giştî yê Sendîkaya Yekitiya Tekstîl û Karkerên Çermî (Bîrtek-Sen) Mehmet Turkmen, Parlamenterê Rihayê ya Partiya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (HEDEP) Ferît Şenyaşar û Parlamentera Dîlokê ya Partiya Kedê (EMEP) Sevda Karacayê piştgirî dan çalakiya karkran.

MA LEŞKER DI BIN EMRÊ PATRONAN DE NE?

Mehmet Turkmenê serokê BÎRTEK-SEN'ê ji leşkeran re bertekên xwe wiha anîn ziman: ‘’Ma li vir her kes di bin emrê patronê Ozakê de ye? Ma kesekî ku daxuyaniyeke qanûnî bide tune ye? Hûn ê bi şanazî qala vê peywira pîroz ji zarokên xwe re bikin! Hûn piştgiriyê didin patronên ku li dijî karkeran sûc kirine.’’

Çalakiya bi sedan karkeran a li pêşiya barîkatan berdewam dike.