Leşkerên Îranê çar kolber birîndar kirin

Dewleta Îranê êrîş bir ser kolberan û çar kolber birîndar kirin.

Li gor malpera Kolbernewsê, hefteya çûyî dewleta Îranê li Bane û Newsudê êrîşê kolberan kiriye û çar kolber birîndar kirine. Hat diyarkirin ku hêzên rejîma Îranê 12’ê Tebaxê li Kirmanşanê gule berdane kolberan û kolberê bi navê Şayan Zehmetkêş birîndar bûye.

Hat zanîn ku 13’ê Tebaxê jî leşkerên girêdayê rejîma Îranê li herêma Hengejal a bajarê Baneyê gule berdane û kesê bi navê Tahir Îsmaîl ê Pîranşarî birîndar kiriye.

Herî dawî 17’ê Tebaxê ji gundê Tajen ê girêdayê Baneyê Celal Sohrabî, 18’ê Tebaxê jî Reûf Resûl Baneyî ji aliyê leşkerên Îranê ve hatiye birîndarkirin.