Ji bo malbata Menzur Guzel ê ku bi armaca balê bikişîne ser tecrîda li Îmraliyê otobusa deryayî ya ku sefera Îzmît-Golçukê dikir, revand û ji aliyê dewletê ve hate înfazkirin, ji aliyê Turk Telekom A.Ş ve 295 TL şopandina îcrayê şand.
Mensur Guzel bi armanca ku balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 12’ Mijdara 2011’an de otobusa deryayî ya ku sefera Îzmît-Golçukê dikir revandibû. Di dema çalakiyê de Mensur Guzel destnîşan kiribû ku tenê armanca wî ew e ku balê bikişîne ser tecrîda keyfî û li şûna ku wî bê bandor bihêlin, hêzên dewletê ew înfaz kirin.
JI BO MENSUR ÎNFAZ JI BO MALBATÊ ÎCRA
Malbata Mensur Guzel ku înfaza wî ji televîzyonê bihistin, der barê kesê ku înfaz pêk anîn de dest bi têkoşîna hiqûqî kiribû. Lê vê carê jî ji Midûriyeta 5’emîn Îcrayê ya Kocaeliyê 9 meh şûn de li ser navê Mensur Guzel fatureya şopandina îcrayê ya têkiliyê ya Turk Telekom A.Ş yê hat. Turk Telekom A.Ş fatureyê ji Sitî Guzel a li navçeya Baglarê a Amedê rûdine re dişîne. Turk Telekom tenê bi vê yekê jî namîne, fature ji du xwişkên wî ku yek li Mêrdînê, yek li derveyê welat dimîne û xwişka wî ya biçûk Şeyma Guzel re jî dişîne.
Şeyma Guzel ku di Girtîgehê Bakirkoyê de înfaza birayê xwe gihist û qebûl nekir bi vê ewraqê re jî têk çû. Şeyma Guzel bi daxwaznameyekê îtîraz kir û got: “Li şûna ku fatureya telefonê dipirsin bila hesabê înfaza birayê min bidin.”