Kurkçu: Wezareta Dadê jî bi mijarê re eleqeder dibe

Kurkçu: Wezareta Dadê jî bi mijarê re eleqeder dibe

Hevserokê HDP’ê Ertugrul Kurkçu yek ji kesê ku piştî parlamenterên BDP’ê yên girtî nehat berdan li meclisê dest bi grevê kir, diyar kir ku wan bihistiye ku wezareta dadê mijarê re elededer dibe û got: “Dibe encamek pozîtîf neyê girtin lê em dizanin ku bi mijarê re eleqeder dibin, divê em zêdetir bi serde biçin.

Greva birçîbûnê ya hevsrokên HDP’ê û parlamenterên wê ya li Meclisê ket roja sêyemîn.

Ertugrul Kurkçu der barê çalakiyê de pirsên ANF’ê nirxand.

Kurkçu da zanîn tenduristiya wan baş e û wiha pê de çû: “em başin. Hinek nîşaneyên westandinê heye, lê morelên me baş e.  Ji ber ku em dibînin ku çalakiya me tê bersivandin û mafdariya me tê teslîmkirin.

Kurkçu diyar kir ku ev sê roje di çalakiyê de ne û bertekek neyînî negirtine û wiha got: “Çalakiya me û neberdana hevalên me, ji ber lêpirsîna nelêrêtiyê neke rojeva sereke lê di rojevê de ma. Ji ber vê jî ez bawerim ku çalakiya me cihê xwe girt.”

Kurkçu wiha pê de çû: “ Ya girîng hev ku dostên HDP, BDP’ê û gel pêşa vê bernede. Li dadgeha kolanan têkoşîna xwe bila bilind bikin û hêvîdarim dê di demek kurt em bigihêjin hevalên xwe.  Tu hinceta ku hevalên me bê girtin nemaye. Wezareta Dadê jî pir vekirî nebe jî, me bihist bi mijarê re eleder dibe.  Pêvajoya hiqûqî dişopînin. Dibe em encamek pozîtîf negirin lê em dizanin ku bi mijarê re eleqeder dibin.”