Kurkçu: Ne AKP ne Cemaet, desthilatdariya gel

Kurkçu: Ne AKP ne Cemaet, desthilatdariya gel

Hevserokê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu bertîl û nelirêtiya di rojevê de ji ANF'ê re nirxand û diyar kir ku divê hesabpirsîna ji nelirêtiyê bi deqeyekê jî dereng nemîne. Kurkçu got, "Kî li hemberî vê nelirêtiyê dernekeve, ew hevparê vê diziyê ye" û destnîşan kir ku girînge di vê dijderketinê de, di navbea hikûmet û cemaeta Gulen de aliyek neyê girtin. Kurkçu got, "Ne hikûmet ne cemaet, ne Îslamperest ne neteweperest; divê gel di rêya desthilatdariya xwe de têbikoşe û heta van ji desthilatdariyê bixîne, têkoşîna xwe dewam bike."

Kurkçu rewşa Serokwezîr Erdogan bi mînaka Saddam Huseyîn vegot û anî ziman ku hêzên navneteweyî piştgiriya xwe ya ji bo Erdogan bi dawî kirine. Kurkçu diyar kir ku hêzên sermayedar di salên 2000'î de tifaqa AKP-CHP xwestibûn, lê niha tifaqa Cemaet-CHP'ê dixwazin.

DIVÊ WEZÎRÊN MIJARA GOTINÊ TAVILÊ ÎSTIFA BIKIN

Hûn rewşa dawî ya şêlandina bertîl û nelirêtiyê çawa dinirxînin?

Li holê, mijareke zelal a nelirêtiye heye û divê ji bo hesabpirsîna ji vê nelirêtiyê deqeyekê jî dereng nemînin. Lê belê ji ber ku ev nelirêtî jia liyê xizm û zarokên wezîran bi xwe ve hatine kirin, rewşê wahîmtir dike, lewma divê wezîrên mijara gotinê tavilê îstifa bikin. Wezîrê Karên Hundir ku amîrê polîsên vê lêpirsînê dimeşînin, ji bo selametiya lêpirsînê diviyabû derhal xwe ji kar vekişandibûya. Lê belê wî polîsên lêpirsîn dimeşandin ji wezîfeyê girt. Lewma ti ji van nayê qebûlkirin û kî li hemberî vê ranewest e, dê hevparê diziyê bin. Ji xwe hikûmeta AKP'ê bi jiwezîfegirtina van polîsan re nîşan da ku ew hevparê diziyê ye.

HETA KU DIZ WERIN GIRTIN, WEKÎL WERIN BERDAN...

Bi guhetina hikûmeta AKP'ê ya di Rêvebernameya Hêzên Ewlekariyê yên Edlî de, polîs êdî ne ji dozger re lê neçar e ji hesabê bide amîrên xwe. Divê ev guhertin çawa bê xwendin?

Ev tê vê wateyê; lêpirsînek nelirêtiyê ya der heqê desthilatdariyê de, yekser bi destûra wan kesan ve girêdayî ye. Ev jî tê wateya nixumandina her tiştî.

Dema pêkhatina operasyona nelirêtî û bertîlê watedar e. Gelo, eger AKP û Cemaetê ewçend xwe li hev ranekişandibûya dê operasyoneke bi vî rengî bihata kirin, yan jî ev rovanşek vê xwerakişandinê ye?

Pevçûna navbera hikûmet û cemaeta Gulen di bin sîwana dewletê de pêk hat. Lewma ev yek di heman demê de têkoşîneke hêz û desthilatdariyê ye. Ji ber vê yekê, bêguman di warê aşkerabûna vê nelirêtiyê de rola pevçûna navbera van her du hêzan heye. Dijderketina li nelirêtî û bertîlê cuda ye, alîgiriya yek ji van hêzan tiştekî cuda ye. Ji ber vê yekê di vê têkoşîna desthilatdariyê de em li cem ti aliyan cih nagirin. Ji ber ku cemaeta Fethûllah Gulen pêşengê hêzên dadgeriyê yên li Amedê nahêlin wekîl werin berdan. Ji ber vê yekê ancax diz têkevin hundir û wekîl werin berdan, hingî pêvajo ji bo me temam dibe. Emê jî ji bo vê têkevin nava hewldanan.

JI MIŞEXTVANÊN RASTÎ HESAP NAYÊ PIRSÎN

Salvegera duyemîn a komkujiya Roboskî nêz dibe û hûn jî dizanin Serokwezîr bi xwe 34 ciwanên hatin qetilkirin weke "mişextvan-qaçaxçî" bi nav kir û hewl da komkujiyê rewa nîşan bide. Eger mirov operasyona nelirêtî û bertîlê ya îro bînin pêş çavên xwe, gelo mişextvanî bi çi rengî dikare were binavkirin?

Ciwanên li Roboskî hatin qetilkirin, welatiyên di navbera du aliyên welatên xwê yên hatine parçekirin de, bazirganî dikirin. Ji xwe ev êrîş, bi mişextvaniyê re pêwendîdar nîne. Ev navendên ewlekariyê, hînê bi vê komkujiyê re rûbirû nemane. Tevî ku kiryar diyar in jî hînê ti ji leşkeran nehatine darizandin. Rewş ev e: Polîsên diz û mişextvanên rastî zevt kirine ji wezîfeyê digire, lê kes ji kujer û dizên rastî hesap napirse. Ev bê edaletî heta heta nîne, ji ber vê yekê jî ne hikûmet ne cemaet, ne Îslamperest ne netewepest, divê gel di rêya xwe ya desthilatdariyê de têkoşîna xwe dewam bike.

PÊWÎSTE GEL LI HEMBERÎ HER ÊRÎŞÎ AMADE BE

Bi dîtina we, pevçûna navbera Hikûmet û Cemaletê dê bigihêje ku?

Bi dîtina min dikare her tişt rû bide. Ji ber ku di vê nuqteyê de pîvan ji holê rabûye, ji vê kêliyê û pê ve em dikarin bi suprîzên nû hişyar bibin. Bi dîtina min, aşkera ye ku hêzên navneteweyî û herêmî yên destek didan Tayyîp Erdogan, ew desteka xwe vekişandine. Tayyîp Erdogan dê ji bo hebûnê li ber xwe bide, lê belê ev têkoşîn ne bawerim têkoşîneke aştiyane be. Ji ber vê yekê divê gelê me ji her şêweyên êrîşan re amade be.

HÊZÊN SERMAYEYÊ VÊ CARÊ BERÊ XWE DA TIFAQA CAMAET-CHP'Ê

Li qada navneteweyî gelo AKP'yek bê Erdogan tê xwestin?

Ya rast, di dema hilbijartinan de sermayeya ku Tayyîp Erdogan anî ser desthilatdariyê alîgirê tifaqa AKP-CHP bû, niha jî ev daxwaz weke tifaqa Cemaet-CHP derdikeve pêşiya me.

Lê belê partiyeke siyasî ya Cemaeta Gulen nîne. Evê çawa çê bibe?

Partiyeke siyasî ya Cemaeta Gulen nîne, lê belê hebûna wê ya siyasî heye. Hem di nava AKP'ê de hem jî li derveyî bi gelek navendên hêzê re xwedî têkilî ye. Diyare ku sîstem hewl dide Tirkiyê ji nû ve bîne ser meylên destpêka salên 2000'î. Aşkera ye ku bûyerên diqewimin jî dîzayneke bi vî rengî temsîl dikin.

Wê demê gotina "hêzên derve" ya Serokwezîr Erdogan rast e?

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Saddam Huseyîn jî anîbû ser desthilatdariyê. Saddam Huseyîn li Iraqê serê komunîstan jê kiribû û diyarî Amerîkiyan kiribû. Piştre dema Amerîkiyan pêwistî bi xizmetên Saddam Huseyîn nedîtin, êdî em hemû dizanin ka bê çi anîn serê wî. Vana têkiliyên xetere ne. Eger carekê bikevin nava têkiliyeke bi vî rengî, dê encam wiha be. Rûdana pevçûnek navbera Tayyîp Erdogan û DYA nayê wê wateyê ku Tayyîp Erdogan bûye antî-emperyalîst. Tê wê wateyê ku nekarî lîstika herêmî mîna tê xwestin, bileyze.