Kurkçu: Dê li 81 bajaran 81 parlementoyên me hebin!

Kurkçu: Dê li 81 bajaran 81 parlementoyên me hebin!

Parlementerê BDP'ê û endamê Lijneya Rêveberiya HDK'ê Ertugrul Kurkçu, civîna HDK'ê ya bi navê “Hevditina aştî û wekheviyê" ku li Enqereyê didome diyar kir ku, heger hikûmet deriyê meclîsê li wan bigire ew dê li 81 bajaran bi 81 parlamentoyan xebatên xwe berdewam bikin.

Bernaneya Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK), di çarçoveya kampanya “Ne kuştin çareserî, ne şer muzakere" de fînala bi navê “Hevditina aştî û wekheviyê" bi niqaşan didome. Di civînê de Parlementerê BDP'e yê Mêrsînê û Endamê Rêveberiya HDK'ê Ertugrul Kurkçu û gelek nûnerên saziyên sivîl yên civakî beşdar bûn. Kurkçu destnîşan kir ku, HDK ji bo pêşeroja Tirkiyeyê gelek girînge û wiha got: "Ev zivistan ji bo birêxistinbûna HDK'ê girînge. Piştî ku me xwe bi rêxistin kir bila me ji meclîsê derxin. Bila destnedayinan rakin. Dê li 81 bajarên Tirkiyeyê 81 parlamentoyên me hebin. Em dê xwe li her derê bi rêxistin bikin."

'BIRAZIYÊ MIN LI COLEMÊRGÊ LEŞKERÎ DIKIR Û MIR'

Delegeya HDK'ê Selfinaz Goçmez jî anî ziman ku, biraziyê wî dema li Colergê leşker bû di şer de jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Em nebûn wekî malbatên din. Me li dijî şer îsyan kir. Niha dewlet dixwaze şehîdbûna biraziyê min ji destê wî derxe. HDK ji bo pêşerojê xebatên gelek mezin û girîng dimeşîne. HDK li herêmê wekhev belav dibe. Saleke em xebatmên xwe yên rêxistinê dimeşînin. Lê şerê niha û helwesta çapemeniyê rê li pêşiya me teng dike."

Kurkçu da zanîn ku, xebatên HDK'ê di qada civakî û siyasî de ji bo çareseriyê rolekî gelek mezin dilîze û wiha berdewam kir: "Divê her kes pirsgirêkên xwe bi me re parve bike û em bi hev re li çareseriyê bigerin. Em karibin vê zivistanê ji ser xwe bavêjin û xwe bigînin buharê. Em dê xwe baş bi rêxistin bikin. HDK, ji bo azadiya kurdan û tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê gelek girînge. "

'DIVÊ EM ZIVISTANÊ BI HÊZ DERBAZ BIKIN'

Kurkçu diyar kir ku, şerê Sûriyeyê dê dawiya Erdogan bîne û wiha got: "Erdogan bi lêgerînekî mezhep a Sûriyeyê piştgiriya neteweyî winda dike. HDK dê li cem kesên tên tepisandin cih bigirin û ji bo aştiyê tevbigire. HDK bi gelê Kurdistanê û tevkariya dinamêkên wê îro di nava têkoşîneke gelek girîng de ye. HDK pêşerojekî girîng îfade dike. Divê me bi we re vê zivistanê hêj bêtir bi rêxistiniya xwe kûr bikin û wisa derbaz bikin. Serdemeke gelek zore lê ji bo me dê bibe serdemek pêşeroja me diyar bike. Heke em zivistanê bi hêz derbaz bikin, bila me hemûyan ji meclîsê bavêjin û mafê me destnedayînê rabikin, em dê li 81 bajarên Tirkiyeyê 81 parlementoyan ava bikin û têkoşîna xwe bidominin."

Pakrat Estukyan jî wiha goti: "Ji bo me aştiyek bi rûmet pêwîste. Tenê aştî na. Aştiyek em pê serbilind pêwîste. Ji ber ku em got; êdî bese em îro li virin. Ji vê yekê paşve gav avêtin çênabe. Heke ev têkoşîn bigihije cihekî divê li 81 bajaran hêzekî yekgirtî hebe."

Civîn didome û piştî axaftinan dê encamname bê aşkerakirin.