Kurdên li Krasnodarê li ber êrişên dagirkeriyê rabûn

Kurdên li gundê Starovelîçkovskaya ya herêma Krasnodar a Rûsyayê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek dan û destnîşan kir ku dewleta Tirk wê di van êrişan de jî têk biçe.

Kurdên li gundê Starovelîçkovskaya yê herêma Krasnodar a Rûsyayê, ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek dan.

Endamê Meclîsa Kurd û ji rûspiyên bajarê Novoaleksandrovskê Siyabendê Wekîl bi navê girseyê daxuyanî da.

Siyabendê Wekîl êrişên li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir û destnîşan kir ku zîhniyeta faşîst a AKP-MHP'ê wê ti carî bi ser nekeve.

Siyabendê Wekîl anî ziman ku ruhê berxwedanê yê ku Rêberê Gelê Kurd afirandiye wê ti carî teslîm nebe û heta azadiyê wê têkoşînê dewam bike.

Siyabendê Wekîl ragihand ku gerîlayên Kurd bi rengekî destanî li ber xwe didin û destnîşan kir ku mîn ali Garê û Heftanînê, artêşa Tirk a faşîst wê vê carê jî têk biçe.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê gelê Kurd bi ruhê seferberiyê bibe yek, li dijî dijminan hemûyan têkoşînê mezin bikin.

Her wiha ji raya giştî ya cîhanê jî hate xwestin ku dawî li bêdengiya xwe bîne û piştgiriyê bide têkoşîna mafdar a gelê Kurd.