Kurdên li Krasnodarê li ber êrişên dagirkeriyê rabûn

Kurdên li herêma Krasnodar a Rûsyayê diyar kir ku kiryarên rejîma AKP-MHP'ê ya li dijî Kurdan ji faşîzma Hîtler cudatir nîne û bêdengiya li hemberî êrişên dagirkeriyê şermezar kirin.

Kurdên li gundê Vastoçniî yê herêma Krasnodar a Rûsyayê, têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek dan.

Endamê Şandeya Rûspiyan a Meclîsa Kurdan a herêma Krasnodarê Agîde Barî bi navê girseya gel axivî û diyar kir ku êrişên tên kirin di çarçoveya konsepteke navneteweyî de tê meşandin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ne ji piştgiriya hêzên herêmî û navneteweyî bûya, dewleta Tirk nekarî di vê astê de êriş bikira û hate bibîrxistin ku artêşa Tirk beriya niha li Heftanîn û Garê derbên giran xwar û têk çû.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrişên li ser qadên gerîla, êrişên li ser siyaseta legal a li Bakurê Kurdistanê û êrişên dijî Şengal, Rojava, Başûrê Kurdistanê di çarçoveya heman konseptê de ne, lê belê wê nikaribe bi ser bikeve.

Agîde Barî diyar kir ku dewleta Tirk a bi serkêşiya Erdogan li Kurdistanê û her devera cîhanê êrişî destketiyên Kurdan dike û destnîşan kir ku kiryarên dewleta Tirk a faşîst ji faşîzma Hîtler ne cudatir e.

Di daxuyaniyê de ji bo bêdengiya raya giştî ya navneteweyî jî hate gotin ku ev helwest cihê şermê ye û bang hate kirin ku li dijî van hewldanên qirkirinê yên li hemberî Kurdan helwestê nîşan bidin.