Kurdên li Ewropayê her li qadan e
Kurdistaniyên li derveyî welat dijîn, ji bo xwedî li HDP'ê derkevin, çalakiyên xwe didomînin. Bi vê armancê li Îngilîstan, Swîsre û Awûstûryayê daketin qadan.

LONDON
Çalakiya li paytexta Îngilîstan Londonê bi pêşengiya Ciwanên Azad pêk hat. Ciwanan rêya A406 a Edmonton-Angel Corner li trafîkê girtin. Ciwanan bi wesayîtan rê li trafîkê girtin û dirûşmên "We are HDP, HDP is us (Em HDP ne, HDP em in)", "Don't touch my MP (Dest nede parlamenterê min), "Terrorist Turkish state (Terorîst Tirkiye)" qîryan.
BASEL
Li bajarê Basel ê Swîsreyê endamên jin û xort ên Tevgera Ciwanên Azad çalakî lidarxistin. Zêdeyî 150 ciwanan li rêya herî qelebalix a bajêr meşeke protestoyî lidar xistin. Ciwan piştre ketin nava stasyona trenê SBB û çalakiya xwe li vir dewam kirin. Ciwanan bang li her kesî kirin, ku ji bo şermezarkirina zext û zordariya AKP'ê, dakevin qadan.
BREGENZ
Li bajarê Bregenz ê eyaleta Voralberg a Awûstûryayê, ji bo HDP'ê çalakî hate lidarxistin. Kurd û dostên wan ên li bajêr, di heman rojê de du çalakî lidarxistin. Li pêşiya Parlamenta Eyaletê mîtîngek hate lidarxistin. Çalakiya duyemîn jî li pêşiya Konsolosxaneya Tirk pêk hat û çalakgeran desteguleke danîn ber konsolosxaneyê.