Kurdên li Danîmarkayê hatin binçavkirin, îro li dadgehê ne

Kurdên li Danîmarkayê hatin binçavkirin, îro li dadgehê ne

8 Kurdên ku ji aliykê polîsên Denmark ve hatin binçavkirin, dê îro saet di 09.30 de li pêşberê dadgehê bin.

Duh saet derdora 10.00 di encama serdegirtinên malên Kurdan de 8 Kurdên temenê wan di navbera 27 û 71 de hatin binçavkirin. Hate zanîn ku dê îro bibin dadgehê. Federasyona Komeleyên Kurd ên li Denmarkê bi daxuyaniyekê bang li hemû Kurdan û dostên wan kir ku li ber dadgehê beşdarî çalakiya protestoyî bibin.

Her wiha, hat diyarkirin ku polîsan piştî binçavkirina Kurdan, bi ser Navenda Çandê ya Kurdan a li Denmarkê de girtin, her çendî tu kesek li komeleyê tune bû jî, lê polîsan derî şkand û ketin hundir. Vê yekê rê li ber nerazîbûnan vekir.

Radyoya Denmarkê ragihand ku polîsan di komeleyê de dest danîne ser hin ewraqan û polîs ji bo delîlên li hemberî kesên hatine binçavkirin, ev lêgerîn pêk anîne.

Rayedarên Kurdan jî dan zanîn ku polîsan dest danîne ser lîsteya hemû endamên navendê û gelek tişt şkandine. Rayedaran ragihand ku ev navend tenê cihê xebatên çandî, hunerî û civakî bûn û ji aliyê Şaredariya Kopenhagê bi xwe ve hatiye erêkirin.