Kurdên Ewropayê ji bo Kobanê li ser piyan e
Kurdên Ewropayê ji bo Kobanê li ser piyan e
Kurdên Ewropayê ji bo Kobanê li ser piyan e
Li Ewropayê li gelek navendan bi çalakiyan êrîşên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê û bêdengiya raya giştî tê protestokirin. Li Ewropayê îro li gelek navendan çalakî wê pêk bên.
KOLN
Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê bi armanca protestokirina çeteyên DAIŞ’ê di çarçoveya greva birçîbûnê ya hatibû destpêkirin de meşek meşaleyî pêk hat. Kurdên li bajar meşiyan, çeteyên DAIŞ’ê lanet kirin.
MLKP, Partîzan, Kaldiraç, TÎKM, ADAK piştgirî dan meşê û meş li navenda bajar nêzî 2 saetan berdewam kir. Alên PYD û YPG’ê hatin hildan û her wiha nêzî hezar kes tevlî meşê bûn. Di meşê de daxuyaniyek hate xwendin û hat diyarkirin ku çeteyên DAIŞ’ê dijminê mirovahiyê ye û li dijî çeteyên hov destanek tê nivîsin. Di berdewamiya daxuyaniyê de bang li raya giştî ya Ewropayê hat kirin ku li dijî DAIŞ’ê bi hevparî têbikoşin.
Her wiha îro li bajarê Koln, eyaleta NRW’ê saet di 14’an de wê meşek girseyî pêk bê.
HAMBURG
Li Hamburgê jî Kurd û dostên Kurdan bi armanca balê bikişînin ser êrîşên DAIŞ’ê yên li hemberî Rojava li qada balafirgehê çalakiya korsan pêk anîn.
Çalakgerên di saetên êvarê de hatin cem hev dirûşm berzkirin, pankart vekirin û daxuyanî hat dayîn. Belavok hatin belavkirin. Meşek kurt pêk hat û Kurdan diyar kir ku wê roja Înê saet di 17’an de li Taxa Sternschanze li ber Rote Flora bên cem hev.
STRASBOURG
Kurdên Strasbourgê li ber Konseya Ewropayê çalakiya rûniştinê û greva birçîbûnê dabûn destpêkirin.
Ji bilî bijarên Alsace û Lorraîne ya Fransayê ji Zurîch, Basel a Swîsreyê û bajarê Ulm, Freîburg, Forsheîm, Mannehîm, Lahr, Kalsruhe, Offenburg ên Elmanyayê ji sazî û lijneyên cuda kes hatin serdana çalakgerên di grevê de ne. 30 çalakger di grevê de ne. Çalakî îro wê bi mitîngekê bi dawî bibe.
VIYANA
Li paytexta Viyana ya Avusturyayê çalakiya nobetê di roja sêyemîn de bi meşekê hate bidawîkirin. Meşa ji ber Parlamentoya Avusturyayê hat destpêkirin li ber Sefaretxaneya Tirk bi dawî bû. Hezar û 500 kes tevlî meşê bûn.
Meş ji aliyê Komeleya Jinan a Kurd a Avesta û Fey Komê ve hate organîzekirin. Her wiha PYD, KCR, Partizan, Kominter, YDG, Komeleya Kurd a Elewiyan, YXK, Asyl in Not, LEEZA, DÎDÎF û Buroya Înformasyon û Çanda Kurd a Ternîsê piştgirî dan meşê.
Ji Asyl in Not Mîchael Gerner axaftinek kir û diyar kir ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di vî şerî de lîstikên pir qirêj dilîze. Serokê komeleya LEEZA Mary Kreuzer jî got ku divê Ewropa ji mexdûrên şer re deriyên xwe veke û di bi Rojava re di nava piştevaniyê de be. Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.
BRUKSEL
Li Bruksel a Belçîkayê jî greva birçîbûnê hatibû destpêkirin 5 roj derbas kir.
Çalakgeran di roja 5’an de bi rayedarên Sefaretxaneya DYA’yê re hevdîtinek kir. Heyeteke ji çalakgeran, armanca çalakiya xwe vegotin û daxwazên xwe anîn ziman. Peywirdarên sefaretxaneyên ku dosya girtin û gotin wê agahiyan ragihînin cihên pêwîst.
Gelek kes çûn serdana çalakgeran. Serokê Kongra-Gel Remzî Kartal çû serdana çalakgeran Û diyar kir ku ji bilî serkeftinê şansekî din ê Kurdan tune û dema dema Yekîtiyê ye.
Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê Dîrk Van Der Maelen got wê daxwazên çalakgeran di civîna komîsyona Karê Derve ya PE’yê de bîne ziman û wê li dijî rewşa Kobanê bêdeng nemînin.
Her wiha hunermend Hekîmo jî stranên xwe pêşkêş kir.
ANVERS
Li bajarê Anvers a Belçîkayê jî bi pêşengiya jinan bi armanca xwedîderketina li Kobanê meşek meşaleyî pêk hat.
Piştî meşê mîtîngek pêk hat û hevseroka KCD-E Dilşa Ahmed axivî, berxwedana Kobanê silav kir û diyar kir ku Kobanê ne bi tenê ye, heta serkeftinê wê têkoşîna xwe bilind bikin.
TOULOUSE
Li bajarê Taouluse ya Fransayê bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyan mîtîngek pêk hat. Di mîtîngê de li ser navê DTM Orhan Coşkun axaftinek kir û diyar kir ku Kobanê di dorpêça çeteyan de ye û Kobanê ev 18 roj e têkoşîneke mezin dide lê hêzên koalîsyonê li dijî vê bêdeng in.
DEN HAAG
Li bajarê Den Haag a Hollandayê ji bo Kobanê çalakiya kon hatibû destpêkirin û di roja 5’an de bi mîtîngekê bi dawî bû.
Di mîtîngê de Serokê Federasyona Yekîtiya Elewiyên Hollandayê Fetîh Killi, Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Hollandayê Aydin Batman û li ser navê tevgera jinan Aliye Zengîn axaftinek kir.
Di çalakiyê de hate xwestin ku Hollanda alîkariya çekan bide berxwedêran.
BERN
Li Bernê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Bernê ve li gara trênê 150 Kurd hatin cem hev û heta ber parlamentoyê meşek pêk anîn.
Piştî meşê li ber parlamentoyê li ser navê Navenda Civaka Kurd a Bernê Hanîfî Ceylan axaftinek kir û got ku divê demildest her kes ji bo Kobanê bikeve nava hewldanan. Ceylan bang li hêzên navneteweyî jî kir ku ger komkujiyek pêk bê yên ku bêdeng mane berpirsin.
BASEL
Li Baselê jî bi pêşengiya Ciwanên Azad Basel û Aurgau li gara Baselê mîtîngek pêk hat. Li hember êrîşên li dijî Kobanê belavok hatin belakvirin û ciwanan banga hestiyariyê kir û dawî li çalakiya xwe anîn.
Piştî vê ciwan li Balafirgeha Baselê hatin cem hev, pankart vekirin û rewş protesto kirin.
Li bajarê Lozan û Cenevre û Swîsreyê bi sedan kesên hatin cem hev banga piştgiriya ji bo Kobanê kirin.
ZURİH
Li Zurîhê li gara trênê çalakiyek protestokirinê pêk hat. Di çalakiyê de êrîş û komkujiyên DAIŞ’ê hatin şermezarkirin.