Kurd berbi Dormundê ve diherike
Kurd berbi Dormundê ve diherike
Kurd berbi Dormundê ve diherike
Kurdên li Ewropayê dijîn û dostên kurdan îro di 21’emîn Festîvala Çandê ya Kurd a Navnetewî ya li bajarê Dortmund a Almanyayê pêk tê de tên cem hev. Ji duh êvarê de ji gelek welatên Ewropa gelek kes tên qada festîvalê.
Westfalenhallenpark ya li bajarê Dortmund a Almanyayê, îro bi deng û rengê kurdan xemiliye. Bernameya 12’emîn Festîvala Çanda Kurdî ya Navnetewî saet di 12.00’an dest pê dike.
Federasyona Komeleyên Kurd a Almanyayê (YEK-KOM) festîval organîze kir û îsal bi navê ‘Ji Kurdistanê re statu, ji Abdullah Ocalan re azadî’ pêk tê.
Mîhrîcan her wiha diyariyê her sê siyasetmedarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û her wiha kesên di şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dane, hat kirin. Bi dehezaran kurdên li welatên cuda yên Ewropayê dijîn û dostên kurdan hatin cem hev.
Gelê kurd bi otubus, tren û wesayîtên taybet ji duh êvarê de diçin qada festîvalê. Hevserokên YEK-KOM’ê Yuksel Koç û Hamdiye Akbayir dê axaftinên vekirinê bikin û her wiha tê payîn ku hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, hevserokê PYD’ê Salîh Muslim û gelek nûnerên sazî û rêxistinan axaftinan bikin.
Her wih adê bi sedesan hunermendê TEV-CAND’ê derkevin ser dîkê û ekîbên reksa gelerî jî dê derkeve ser dîkê. Bi dehan sazî, lijne û partiyên kurd standên xwe li qadê vekirin.
Li Dortmundê tê payîn ku îro hewa bi roj be.