Koreya Bakur gef xwar ku wê li balafirên sîxur ên Emerîkayê bide
Koreya Bakur diyar kir balafirên sîxur ên Emerîkayê qada wan a asîmanî bin pê dike û gef xwar ku wê li van balafiran bide.
Koreya Bakur diyar kir balafirên sîxur ên Emerîkayê qada wan a asîmanî bin pê dike û gef xwar ku wê li van balafiran bide.
Berdevkekî Wezareta Parastinê ya Koreya Bakur diyar kir ku DYE ‘Ji asta şer wêdetir xebatên sîxuriyê zêde kiriye' û di meha Tîrmehê de DYE li ser hev heşt rojan çend firînên ‘provokatîf’ kiriye.
Berdevk diyar kir balafireke keşfê ‘gelek caran’ ji ser Behra Japonyayê ketiye qada hewayî ya Koreya Bakur.
Rayedarê Koreya Bakur, bal kişand ku Pyongyangê berê jî balafirên Emerîkayê xistibû û diyar kir wê xebatên sîxuriyê yên Washîngtonê bêbersiv nemîne.
Washîngtonê li gorî deklarasyoneke ku di meha Nîsanê de bi Seûlê îmze kiribû diyar kiribû wê keştiyeke binavê ya fuzeya balîstîk, piştî bi dehan salan nêzî Koreya Başûr bibe lê dîroka wê nedabû.
Têkiliyên di navbera her du Koreyan de di asta herî kêm de ye. Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un sala borî statûya hêza nukleerî ya Pyongyang wekî "nabe ku vegere" binav kir û peyam dabû ku çekên taktîk nukleer jî tê de wê hêza xwe ya çekdarî xurttir bikin.
Seûl û Washîngtonê diyar kiribû heke Pyongyang li hemberî wan çekên atomê bi kar bîne ew ê jî bersiveke nukleer bidin û wê ‘dawiya’ hikumeta heyî bînin.
Îsal Koreya Bakur fuzeyên balîstîk ên ji parzemînekê heta parzemîneke din jî tê de gelek çek ceribandibû.