Kongreyên NCDK dewam dikin

Li bajarên Elmanya Dortmûnd û Grevenbroîchê, Navendên Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) kongreyên xwe yên salane lidar xistin.

Li bajarên Elmanya Dortmûnd û Grevenbroîchê, Navendên Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) kongreyên xwe yên salane lidar xistin.

DORTMÛND

NCDK a li bajarê Elmanya Dortmûndê, bi beşdariya zêdeyî 200 delegeyan kongreya xwe lidar xist.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk li Ewropayê (KCD-E) Dilşa Osman li kongreyê axivî, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir, divê CPT derhal li ser mijarê daxuyaniyekê bide. Osman işaret bi berxwedana li Bakurê Kurdistanê kir û hewldana derxistina nûnerên gel ji meclîsê şermezar kir.

Piştre raporaên malî û xebatê yên meclîsê hat xwendin û piştî nirxandinê rapor hatin qebûlkirin. Di dawiya kongreyê de meclîsek ji 80 kesî hat avakirin û Fatma Golelî û Nûrî Soylemez bûn hevserokên wê.

GREVENBROÎCH

Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Grevenbroîchê dijîn, 3. kongreya asayî ya NCDK'ê lidar xistin. Kongre li Navenda Civaka Demokratîk pêk hat û gelek kesên li Grevenbroîchê dijîn tevlî bûn.

Kongre di şexsê şehîdên meha Gulanê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû şehîdên cîhanê destpê kir.

Kongre di kesayeta Hevserokên Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç û Asya Ykusel û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir de diyarî hemû şehîdên berxwedana xwerêveberiyê hat kirin. Endamê Desteya Rêveber a KCD-E Îsmet Kem li vir rewşa siyasî nirxand û diyar kir, statukoya sed salî ya bi peymanên Sykes-Picot û Lozanê li Kurdistanê rê li ber parçebûnê û tinehesibandina Kurdan vekir, êdî ji holê radibe.

Piştre raporên maliye û kar ên salekê yên NCDK û rapora însiyatîfa jinê ya Grevenbroîchê hatin xwendin û nirxandin. Di encama hilbijartinê de meclîsa ji 27 kesan a NCDK hat hilbijartin û Esen Sefîloglû û Cahît Çelîk bûn hevserok.

HAMBÛRG

Li aliyê din, li bajarê Elmanya Hambûrgê meclîsa jinê ya herêma sêyemîn hat damezrandin.

Meclîsa ji taxên Bergedorf, Glînde û Bîllstedtê, kongreya xwe ya damezrandinê roja Yekşemê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk anî.

Meclîsa ji bîst jinan a hat hilbijartin jî wê di rojên pêş de kar û plansaziya xwe diyar bike. Ji bo berdevkiyê meclîsê jî Fatma Aydin û Meral Babûr hatin hilbijartin.

...