KON-MED'ê bang kir: Dest ji xiyanetê berdin

KON-MED'ê bang li PDK'ê kir ku tavilê dest ji xeta xiyanetê berde û ji gelê Başûrê Kurdistanê jî xwest ku hesabê van polîtîkayan ji PDK'ê bixwaze.

KON-MED'ê nerazîbûn nîşanî tifaqa PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re da û diyar kir ku hesabê van kiryaran hemûyan wê ji PDK'ê bê pirsîn. KON-MED'ê bang li PDK'ê jî kir ku tavilê dest ji xeta xiyanetê berde.

Daxuyaniya KON-MED'ê bi vî rengî ye: "Tevgera Azadiyê ya Kurd ku ev nîv sed sal in ji bo gelê Kurd her berdêl daye, li dijî dewletên Metinger berxwedana rûmetê didomîne. Têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd ku sîgortaya hemû destketiyên gelê Kurd e, di vî warî de her cûre berdêl daye û dide jî .Gelê Kurd cihê xwe yê bi rûmet bi saya vê têkoşînê di nava raya giştî ya cîhanê de girtiye. Tevgera azadiyê ji bo her çar aliyên Kurdistanê têdikoşe. Divê bê zanîn, ne tenê ji bo têkoşîna çekdarî, di heman demê de ji bo yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd û ji bo mafên gelê Kurd yên neteweyî li qada navneteweyî were naskirin têkoşînê didomîne.

TIFAQA PDK'Ê LI BERJEWENDIYÊN GELÊ KURD NAYÊ

Divê were zanîn, têkiliyên qirêj ên PDK'ê yên bi dewleta Tirk re ne li gorî berjewendiyên gelê Kurd e. Her carê di daxuyaniyên nûnerên Tevgera Azadiyê de banga bidawîkirina van têkiliyên xiyanetê tê kirin. Lê PDK van bangan nabihîze û bênavber van têkiliyên qirêj didomîne. Têkoşîna yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd û zanistiya Neteweya gelê Kurd ku asta xwe gihandiye êdî wê di sedsala 21’ê de xiyanetê veşartî nehêle, her wiha ne dîrok û ne jî gelê Kurd wê têkiliyên xiyanetê yên PDK’ê efû neke. Yekane pênaseya hevkariya PDK ê ya bi dijmin re di serdemeke wiha krîtîk de xeta xiyanetê ye. Tevgera Azadiyê ku her tim diyalog û têkiliyên di navbera tevgerên Kurd de diparêze. Lê PDK her carê li dijî yekîtiya gelê Kurd bi dijmin re hevkariyê dike. Bêguman gelê Kurd hem berxwedêran nas dikeü hem jî xiyanetkaran. Gelê Kurd wê hesabê vê yekê teqez bixwaze û bipirse.

NERAZÎBÛNA LI DIJÎ DAXUYANIYA ELÎ EWNÎ

Herî dawî yek ji berpirsên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî bi daxuyaniyeke sosret xeta xiyanetê bi awayekî vekirî şênber kir û hewl da êrişa li endamên tevgera azadiya Kurd rewa bike.
Di daxuyaniya xwe de piştgirî da dewleta Tirk a qirker û dagirker. Elî Ewnî xwest ku rêveberên Tevgera Azadiyê bi balafirên bê mirov ji aliyê dewleta Tirk ve bên hedefgirtin.

PDK ku tu eleqeya xwe bi doza Kurdistanê û gelê Kurd re tine, qedera xwe û her tiştên bi dewleta Tirk ve girê daye, siyaseta dijmin dişopîne. Bi awakî vekirî ku hemû nirxên gelê Kurd ji bo eşîra PDK’ê bifiroşin û dewlemendiya malbata mala Barzaniyan zêde bikin bi her awayî xiyanetê dike.

Tevgera Azadiyê bi xwînsarî û berpirsyariyeke dîrokî û neteweyî rê li ber şer û nakokiyên di navbera hêzên Kurdî de digire. Lê belê divê bê zanîn ku PDK'ê ji van nakokiyên navbera tevgerên kurdan de berpirsyar e. PDK a ku xaka Başûrê Kurdistanê radestî dewleta Tirk kiriye bi van kiryaran û bi vê daxuyaniyê bû hevparê plana tasfiyekirinê ya dewleta Tirk.

Em weke KON-MED vê bangê li raya giştî ya Kurd dikin. Divê em van polîtîkayên PDK'ê bibînin û ji aliyê dîrokî û civakî ve şermezar bikin. Divê demildest dev ji vê xeta xiyanetê berdin. Divê gelê Başûrê Kurdistanê hesabê van polîtîkayan ji PDK'ê bipirse."