Komkujiyên dewleta Tirk ên bi balafirên bêmirov
Dewleta Tirk bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî êrîşê dibe ser her çar parçeyên Kurdistanê. Bi van balafiran heta niha gelek kes hatin qetilkirin.
Dewleta Tirk bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî êrîşê dibe ser her çar parçeyên Kurdistanê. Bi van balafiran heta niha gelek kes hatin qetilkirin.
Dewleta Tirk di 1'ê Kanûna 2007'an de cara yekê balafireke bêmirov a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê firand. Di heman demê de herêma Xakurkê bi koordînatên balafirên bêmirov hate bombekirin. Piştre jî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî yên berfireh hatin kirin. Piştî vê demê Heron ên ji Îsraîlê hatin kirîn, predator ên ji DYE'yê hatin kirîn, hatin bikaranîn. Artêşa Tirk ji sala 2012'an û pê ve giranî da ser teknîka droneyê. Piştî payîza 2018'an droneyên ku bi xwe ava kir, rojane bi kar anî. Artêşa Tirk li gel keşif, îstîxbarat û çavdêriyê her wiha bi rêya çekên ku li droneyan hatin bicihkirin, dest bi êrîşan jî kir.
Dewleta Tirk bi binpêkirina sînorên dewletan li çar parçeyên Kurdistanê bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî êrîşan dike. Di sala 2017'an de li Colemêrg û Amedê di êrîşên bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî de sivîlek hate kuştin, 6 sivîl jî birîndar bûn.
Em bala xwe bidin bîlançoya komkujiyan ku dewleta Tirk bi rêya balafirên bêmirov li çar parçeyên Kurdistanê kir.
28'ê Kanûna 2011: Di bin çavdêriya Balafirên Bêmirov de li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê piraniya wan zarok 34 Kurd hatin qetilkirin.
Di navbera salên 2015-2016'an de di berxwedana bajaran a li Bakurê Kurdistanê Balafirên Bêmirov ên Bombebarkirî hatin bikaranîn.
SALA 2017
31'ê Tebaxê: Li herêma Karîneş a li gundê Ogûl ê bi 20 kîlometreyî dûrî navenda bajarê Colemêrgê, ku weke qadeke pîknîkê tê bikaranîn, bombe li sivîlan hate barandin. Di encamê de Mehmet Temel jiyana xwe ji dest da, Îbrahîm Sak, Îsmaîl Aydin û Mûsa Tarhan birîndar bûn.
3'ê Îlonê. Li gundê Baglan ê navçeya Licê ya Amedê sê sivîl bi bombardûmanê bi giranî birîndar bûn.
SALA 2018
20'ê Çile-18'ê Adarê: Di êrîşa li ser Efrînê de balafirên bêmirov û balafirên şer gelekî hatin bikaranîn. Li gorî daxuyaniya Desteya Tenduristiyê ya Kantona Efrînê di van êrîşan de jin, zarok û extiyar jî di nav de 500 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 1030 sivîl jî birîndar bûn. Di şer de 820 şervanan jiyana xwe ji dest dan. Her şer de her wiha dibistan, nexweşxane, çavkaniyên avê, firin û stasyonên enerjiyê jî hatin bombekirin.
13'ê Kanûnê: Balafirên şer ên Tirk bi çavdêriya balafirên bêmirov êrîş birin ser Kampa Penaberan a Mexmûrê ya li Iraqê. Di encamê de 4 jin hatin kuştin. Asya Elî Mihemed, Narinç Ferhan Qasim, Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer hatin kuştin.
SALA 2019
Cotmeha 2019'an bi êrîşên giran ên hewayî Girê Spî û Serêkaniyê hatin dagirkirin. Di êrîşan de gelek sivîl hatin kuştin.
4'ê Mijdarê. Balafirên bêmirov ên Tirk bombe li bajarokê Xanesorê yê Şengalê barandin. Di encamê de 3 şervanên YBŞ-YJŞ birîndar bûn. Piştî bi rojekê gundê Barê hate bombekirin.
19'ê Mijdarê: Balafirên şer ên bombebarkirî yên Tirk êrîş birin ser Xanesorê û 5 şervanên YBŞ'ê birîndar bûn. Yek ji birîndaran piştî rojekê jiyana xwe ji dest da.
4'ê Kanûnê: Li Xanesorê di êrîşa bi balafirên bêmirov de şervanê YBŞ'ê Egîd Şengalî jiyana xwe ji dest da.
SALA 2020
25'ê Hezîranê: Li Şarbajar a Silêmaniyeyê di êrîşa balafirên bêmirov ên bombebarkirî yên dewleta Tirk de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 8 kes jî birîndar bûn.
23'ê Hezîranê: Balafirên bêmirov ên bombebarkirî yên dewleta Tirk bombe li maleke li gundê Helînce yê Kobanê barand. Di encamê de Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dan.
15'ê N îsanê: Balafirên bêmirov ên bombebakirî yên Tirk bombe li 3 jinên ku vedigeriyan Kampa Penaberan a Mexmûrê barandin. Di encamê de Havva Emer Hisên, Azîme Tahir Ferman û Eyşê Ehmed Ferhan jiyana xwe ji dest dan.
15'ê Çileyê: Bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî yên dewleta Tirk bombe li gundê Dugirê yê Şengalê hate barandin. Şervanê YBŞ'ê Zerdeşt Şengalî û Pîr Hemîd, Êzidîn Şengalî û Çîlo şehîd bûn.
8'ê Mijdarê: Balafirên bêmirov ên bombebarkirî yên Tirk êrîş birin ser gundê Xelef ê Şengalê, di encamê de endamê YBŞ'ê Heval Azad jiyana xwe ji dest da.
25'ê Mijdarê: Balafireke bêmirov a Tirk li qada pîknîkê ya Kuna Masî ya Başûrê Kurdistanê bombe li marketekê barand ku hingî gelek malbat li derdorê bûn. Di encamê de Peyman Talib, Heywan Kawa û zarokên wan ên 7 û 5 salî birîndar bûn.
26'ê Tebaxê: Li bajarokê Xanesorê yê Şengalê balafira bêmirov a bombebarkirî ya Tirk êrîş bir ser wesayiteke sivîl. Di encamê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
12'ê Çileyê: Êrîş li gundê Dugirê yê navçeya Tirbespiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin. Di êrîşê de xisara madî çêbû û 5 sivîl birîndar bûn.
20'ê Cotmehê: Li gundê Merzê yê Dêrikê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 kes hatin qetilkirin.
SALA 2021
16'ê Tebaxê: Di êrîşa balafira bêmirov a bombebarkirî ya Tirk de ya li Şengalê, sê endamên heyeta dîplomatîk a Êzidî ya ku diçû hevdîtina bi Serokwezîrê Iraqê Kazimî re, hatin qetilkirin. Yek ji kesên hatin qetilkirin jî ji pêşengên rêveberiya xweser a Şengalê Seîd Hesen bû.
7'ê Kanûnê: Droneyên Tirk bombe li wesayiteke sivîl a li bajarokê Xanesorê ya Şengalê barandin. Di encamê de Hevserokê Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel şehîd bû, du zarokên wî birîndar bûn.
30'ê Hezîranê: Balafirên bêmirov ên bombebarkirî yên Tirk bombe li nêzî kampa Serdeştê ya li Şengalê barandin.
17'ê Tebaxê: Balafirên bêmirov ên bombebarkirî yên Tirk bombe li nexweşxaneya Sikêniyê ya Şengalê barandin. Wezîfedarên tenduristiyê jî di nav de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.
22'ê Çileyê. Balafirên bêmirov ên bombebarkirî yên dewleta Tirk bombe li maleke li gundê Memît ê Kobanê barand, Fehîd Elî Şîhadê birîndar bû.
11'ê Tîrmehê: Balafirên bêmirov ên bombebarkirî yên dewleta Tirk bombe li Til Rifetê barandin, Welîd Ereb ê 5 salî, Nîhad Mihemed Elî, Hêvîn Reşîd û Sûzan Mamo birîndar bûn.
19'ê Tebaxê: Balafirên bêmirov ên bombebarkirî yên dewleta Tirk êrîş birin ser bajarokê Zirganê yê Til Temirê. Di encamê de çar endamên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê hatin qetilkirin.
20'ê Cotmehê: Balafirên bêmirov ên bombebarkirî yên dewleta Tirk li navenda bajarê Kobanê êrîş birin ser wesayiteke sivîl, 2 kes qetil kirin, 3 kes jî birîndar kirin.
23'ê Cotmehê: Li ser rêya Kobanê-Helebê di êrîşa li ser wesayiteke sivîl de 3 kes hatin qetilkirin.
9'ê Mijdarê: Li taxa Hilêliye ya Qamişloyê di êrîşa li ser wesayitekê de Yûsûf Gulo, Mazlûm Mûstafa Gulo û Mihemed Mehmûd Gulo hatin qetilkirin.
25'ê Kanûnê: Balafirên bêmirov ên bombebarkirî yên dewleta Tirk êrîş birin ser maleke li Kobanê, di encamê de 5 kes hatin qetilkirin, çar kes jî birîndar bûn.
SALA 2022
20'ê Tîrmehê: Li bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê di encama êrîşa bombeyî ya dewleta Tirk de 3 jê zarok 9 kes hatin qetilkirin.
Navê zarokên ku meha Tebaxê di êrîşên dewleta Tirk ên bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî de jiyana xwe ji dest dan bi vî rengî ne:
2'ê Tebaxê li Til Rifetê Fehîme Reşo ya 17 salî,
16'ê Tebaxê li taxa Sînaa ya Qamişloyoê Ehmed Elî Hisên û Aheng Ekrem Hisên,
16'ê Tebaxê li gundê Zorava yê Kobanê Ebid Mihemed Hecî yê 12 salî,
18'ê Tebaxê li gundê Şemoka yê Hesekê-Til Temirê di êrîşa hewayî ya li ser navenda perwerdeya keçan de ku Neteweyên Yekbûyî piştgiriya wê dikir Raniya Eta, Zozan Zêdan, Dîlan Izedîn û Diyane Elo jiyana xwe ji dest dan.
Zarokên birîndar:
2'ê Tebaxê li Til Rifetê Dîna Osman a 6 salî, Mehmûd Xerîb Mamo yê 6 salî, Hisên Cemal Qasim ê 7 salî, Sebah Henan Hemo yê 10 salî, Avrîn Ebdurehman Heyder a 13 salî, Orîvan Mihemed Ebdo ya 15 salî:
9'ê Tebaxê li gundê Sêgirka Mihemed Salih ê 12 salî, Mîrahh Selah ê 12 salî, Îlan Selah ê 5 salî û Bilind Mihemed Şemsedîn ê 16 salî;
16'ê Tebaxê li Kobanê Xelîl Cîhad Şêxo yê 2 salî, li Zirganê Temîm Feysel Hemed ê 11 salî, li gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê Ehmed Îmad Îbiş ê 15 salî;
18'ê Tebaxê li gundê Şemoka yê Hesekê-Til Temirê li navenda perwedeya keçan 11 zarok;
19'ê Tebaxê li Şehbayê di êrîşên li ser Qeramil, H asin, Eyn Deqnê, Belûniyê û Til Rifetê de Hisên Xelef ê 13 salî.
3'ê Sibatê: Balafirên bêmirov ên bombebarkirî yên dewleta Tirk li gundê Xerzê yê Dirbêsiyê bombe li wesayitekê barandin, 2 kes birîndar bûn.
9'ê Sibatê: Balafirên bêmirov ên bombebarkirî yên dewleta Tirk li ser rêya bejahî ya Amûdê-Dirbêsiyê êrîşî wesayitekê kirin. Mihemed Elî Kelah (11) hate qetilkirin, 3 kes jî birîndar bûn.
12'ê Sibatê: Balafira bêmirov a bombebarkirî ya Tirk êrîş bir ser firineke nan a li ser rêya Dirbêsiyê, kesek birîndar bû.
2'ê Nîsanê: Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a bombebarkirî li nêzî gundê Hasûde yê Tirbespiyê êrîş bir ser wesayitekê, kesek hate qetilkirin û hunermend Ferhad Merdê jî di nav de 2 kes birîndar bûn.
3'ê Nîsanê: Li hemberî wesayita ku endamê Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Orm Marukî jî tê de bû êrîş hate kirin. Di encamê de 2 kes birîndar bûn.
4'ê Nîsanê: Bombe li navendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Zirganê hate barandin, 3 kes birîndar bûn.
9'ê Nîsanê: Li Dirbêsiyê di êrîşê de endamê Asayîşê Mihemed Aydin hate qetilkirin.
20'ê Nîsanê li ser rêya bejahî ya Êdiq-Textik a li başûrê Kobanê êrîş li wesayitekê hate kirin, 3 kes hatin qetilkirin.
11'ê Gulanê: Li Kobanê du êrîş hatin kirin. Li ser rêya Helebê ya li başûrê kobanê êrîşa destpêkê, li navenda bajarê Kobanê jî êrîşa duyemîn hate kirin. Di encama êrîşê de Ekrem Ustek (50) hate qetilkirin.
SALA 2023
20'ê Hezîranê: Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, alîkara wê Leyman Şiwêş û ajokarê wan Firat Tûma li ser rêya Tirbespiye-Qamişloyê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a bi balafira bêmirov a bombebarkirî de jiyana xwe ji dest dan. Di heman êrîşê de Hevserokê kantonê Gabî Şemûn jî birîndar bû.
Tebax 2023: Balafireke bêmirov a bombebarkirî ya Tirkiyeyê li ser rêya Qamişlo-Amûdê êrîş bir ser wesayitekê. Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku kesên di hundirê wesayitê de bûn rojnamevan bûn. Hate ragihandin ku di encamê de sivîl Necmeddîn Feysel Hec Sînan jiyana xwe ji dest da, rojnamevanek jî birîndar bû.
9'ê Tebaxê: Balafira bêmirova a dewleta Tirk li navçeya Dûkanê ya Silêmaniyeyê êrîş bir ser wesayiteke sivîl. Qeymeqamtiya navendî ya Silêmaniyeyê ragihand ku 2 kes birîndar bûn. Nejwan Abdullah jî jiyana xwe ji dest da.
24'ê Tebaxê: Balafira bêmirov a bombebarkirî yıa Tiriyeyê sê caran êrîş bir ser gundê Saliawa yê navçeya Pêncîwên a bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê. Li gorî nûçeya Rojnewsê di êrîşê de ya li Mêrgemir a Biradostê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
27'ê Îlonê: Li gundê Bokristan ê nehiya Binarê Qendîlê di encama êrîşa bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî de jina 60 salî Estî Mûhammed jiyana xwe ji dest da.