Komkujiya Şêx Meqsud li gundê Til Eran ê girêdayî bajaroka Bab ê ya bajarê Helebê, bi girseyî hate şermezarkirin.
Di çalakiya ku li navenda gund hate lidarxistin de, bi sedan kesan komkujiya Şêx Meqsud şermezar kir û xwestin ku dawî li rejîma Baasê bê. Di çalakiyê de Endamê Meclîsa Gel Îsa Mehemed û Endamê Meclîsa Babê Parêzer Seyfo Sebo axaftin kirin û komkujî şermezar kirin.
Di axaftinan de hate xwestin ku gelê kurd li xwe xwedî derkeve û yekîtiya xwe çêbike. Piştî axaftinan çalakî bidawî bû.