Komkujiya Parîsê li Almavîrê hat protestokirin
Êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a li paytexta Fransa Parîsê, li gundê Areksê yê herêma Almavîrê ya Ermenistanê, bi çalakiyekê hat protestokirin.
Êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a li paytexta Fransa Parîsê, li gundê Areksê yê herêma Almavîrê ya Ermenistanê, bi çalakiyekê hat protestokirin.
Li dijî Komkujiya Parîsê ya 2’emîn, gundê Areksê yê herêma Almavîrê ya Ermenistanê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK û KCK’ê û wêneyên şehîdên Komkujiya Parîsê ya 2’emîn hatin hildan. Kurdistanî û dostên wan beşdarî çalakiyê bûn.
Parlemanter Kinyaz Hesanov, Endama Yekîtiya Jinên Azad Çîçek Rizgar, Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan û Endamê Komîteya Kurdistanê Mîlo Keleşyan jî li cihê çalakiyê amade bûn û axivîn. Di axaftinan de hat diyarkirin ku Komkujiya Parîsê ji aliyê Enqereyê ve hatiye plankirin û wiha hate gotin: “9’ê Çileya 2013’an komkujiyek bi heman awayî li Fransayê pêk hat ku di encamê de sê jinên têkoşer Sara, Rojbîn û Ronahî şehîd bûn. Dewleta Fransa ji bo ku hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re dernekeve, çi ji destê tê dike û bi ser komkujiyê de dinixûmîne. Em wek gelê Kurd bang li dewleta Fransa dikin ku bila vê komkujiyê ronî bike û nebe hevkarê dewleta Tirk.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Faşîst Erdogan” bi dawî bû.