Komkujiya li Kortekê li Torontoyê hate şermezarkirin

Kurdan tevî dostên xwe li Torontoyê komkujiya li Kortekê şermezar kirin.

Li bajarê Toronto yê Kanadayê, komkujiya ku artêşa Tirk li Kortekê kir hate şermezarkirin.

Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Torontoyê li kolana Yonge&Dundasê pêk hat û Kurd tevî dostên xwe tevlî bûn.

Kurdan wêneyên qurbaniyên komkujiya Kortekê û pankarta bi nivîsa "Dewleta Tirk gelê Kurd qetil dike, tûrîzma Tirkiyeyê boykot bikin" bilind kirin.

Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û raya giştî der barê mijarê de hate agahdarkirin.