Komkujiya ku dihat xwestin bê nixumandin: Vartînîs
Daraz û rêveberiya Tirk, kujerên 9 endamên heman malbatê yên di 3'ê Cotmeha 1993'an de li Vartînîsê bi şewitandina malên wan hatin qetilkirin, diparêze û dozê ber bi demboriyê ve dibe.
Daraz û rêveberiya Tirk, kujerên 9 endamên heman malbatê yên di 3'ê Cotmeha 1993'an de li Vartînîsê bi şewitandina malên wan hatin qetilkirin, diparêze û dozê ber bi demboriyê ve dibe.
Di ser komkujiya Vartînîsê ku yek ji komkujiyên li Kurdistanê tê kirin re 33 sal derbas bûn. Rûniştina doza kesên 9 endamên malbata Ogût qetil kirin dê di 3'ê Cotmehê de bi dawî bibe.
Di 3'ê Cotmeha 1993'an de li bajaroka Vartînîs ya navçeya Têlî ya Mûşê 9 endamên Malbata Ogût bi agirberdana malê wan re hatin qetilkirin. 16'emîn rûniştina "Doza Vartînîs" ku piştî xirakirina biryara Dadgeha Bilind dîsa dest pê kir, di 5'ê Tîrmehê de li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkaleyê hat dîtin. Kujerê 'firar' Bulent Karaoglu ê ku biryara komkujiyê daye 33 sal in di bin sîwana dewleta Tirk de tê parastin. Karaoglû bi hinceta ku nehatiye girtin careke din neanîn dadgehê. Ji ber ku Karaoglûyê ku tevî biryara "Belgeya sor" a di Cotmeha 2022'yan de hatibû dayîn û di Sibata 2023'yan de ji aliyê Wezareta Edaletê ve hatibû qebûlkirin jî nehatibû rûniştina dozê taloqî 8'ê Tebaxê hate kirin. Ger kujer Karaoglû neyê girtin û derxin pêşberî dadgehê, 'Doza Vartînîs' di 3'ê Cotmeha 2023'yan de bi xetereya demboriyê re rû bi rû dimîne.
KOMKUJIYA VARTÎNÎSÊ
Hatibû îddîakirin ku di pevçûna ku di 2’yê Cotmeha 1993’yan de li bejahiya Vartînîsê qewimî de binefserek hatibû kuştin. Leşkerên ku piştî pevçûnê ji bo cenazeyê binefser bigirin hatin, dema ji Vartînîsê derbas dibûn gule berdan hewayê û bi gotina “Em ê îşev werin gundê we bişewitînin” ji herêmê derketin. Piştî rojekê; yanî leşkerên ku di 3'ê Cotmeha 1993'an de hatin gund bi îdîaya "alîkariya rêxistinê kirine" gund dabûn ber agir. Di encama şewata derketiye de hevjîn Nasir û Eşref Ogût tevî 7 zarokên xwe hatin qetilkirin. Di nava malbatê de tenê Aysel Ogut ku ne li malê bû rizgar bû. Ogût piştre der barê komkujiyê de giliyê sûc kir.