Komkujiya Helebê dê bi ‘meşên înê’ bê şermezarkirin

Komkujiya Helebê dê bi ‘meşên înê’ bê şermezarkirin

Li Rojavayê Kurdistanê navê “Meşên Înê” ku her hefteyê di bin navekê de tên lidarxistin û vê hefteyê jî dê bi slogana “Ji leşkeriya bi darê zorê re na” bihata lidarxistin, ji ber komkujiya li Helebê hate guhertin. Meş dê ji bo lanetkirina komkujiya Helebê bên lidarxistin.

Komîteyên amadekar ên “meşên îne” derbarê mijarê de daxuyaniye nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dê “meşên înê” yên vê hefteyê dibin navê “Ji leşkeriya bi darê zorê re na” bihatana lidarxistin, lê ji ber komkujiya li Taxa Şêx Meqsud a li bajarê Helebê ku ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû pêkanîn û di encamê de 20 kurdan jiyana xwe ji dest dabû, navên meşan hatiye guhertin. Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku meş dê ji bo şermezarkirina komkujiya Helebê bêne lidarxistin û banga tevlîbûnê li gel hate kirin.

MECLÎSA GEL: GELÊ KURD LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN BÊDENG NAMÎNE

Derbarê komkujiya li Şêx Meqsûd de, Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da. Meclîsa Gel êrîş weke komkujiyeke hovane bi nav kir û weha got: “"Rêjîma Baasî ya dîn û har bûye, êdî bi komkujiyan bersivê dide daxwazên gelan. Bûyera dawî li taxa Şêx Meqsûd rû da aşkere kir ku êdî ti rewabûna rêjîma Esed nemaye. Divê baş were zanîn ku gelê Kurd li hemberî êrîşan wê bê deng nemîne û xwe biparêze."

SÊ ROJ ŞÎN HAT ÎLANKIRIN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî, bi daxuyaniyekê ji ber komkujiya li Şêx Meqsûd 3 roj şîn li seranserê Rojavayê Kurdistanê îlan kir. TEV-DEM’ê nerazîbûnek tund nîşanî rejîma Sûriyeyê da û destnîşan kir ku her çendî telê Kurd xwepêşandanên aşitiyane li dar dixin, lê dixwazin Kurdan ber bi şer ve bibin. TEV-DEM’ê bang li ciwanên Kurd kir ku beşdarî hêzên sivîl ên parstinê bibin û avakirina xweseriyê bixin meriyetê.