Komkujî li her derê tê şermezarkirin

Komkujiya li Amedê, li Marsîlya, Heîlbronn, Mannheîm û Torontoyê hat protestokirin.

Komkujiya li Amedê, li Marsîlya, Heîlbronn, Mannheîm û Torontoyê hat protestokirin.

MARSÎLYA

Li Marsîlya ya Fransayê  bi armanca protestokirina êrîşa li Amedê Kurd û dostên wan daketin kolanan. Kurd li qada Vieux Port hatin cem hev û êrîş şermezarkirin. Peyama piştevaniya bi HDP’ê re dan.

Siyasetmedar Cuma Tak daxwaz kir ku Kurd bi HDP’ê re di nava piştevaniyê de bin. Nursel Kiliç jî axivî û got ev êrîş li dij têkoşîna azadiyê ye.

HEÎLBRONN

Li bajarê Heîlbronn a Elmanyayê jî b Kurd û ciwanên Elman meşek organîze kirin. 

MANNHEİM

Li Mannehîm a Elmanyayê jî li ser banga NAV-DEM’ê çalakiyek pêk hat. Çalakî heta derengiya şevê berdewam kir.

TORONTO

Li Toronto ya Kanadayê jî li Navenda Civaka Kurd a Toronto  daxuyaniyek nivîskî hat dayîn.