Komîteya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' li Romayê li hev civiya

Komîteya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' li paytexta Îtalya Romayê bi civînekê dest bi karên serdema nû kir.

Civîna komîteyê li Navenda Çanda Kurd a Araratê pêk hat.

Di civînê de ku karên dema nû hate destpêkirin, li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kurtefîlmek hate nîşandan.

Her wiha gelek siyasetmedar û akademîsyen jî bi rêya înternetê tevlî civînê bûn.

Berdevkê Îtalyayî yê 'Dema wê ye, azadî ji Ocalan re' Gîovannî Rûssospene, ji Kampanya Aştî ji Kurdistanê re, Azadî ji Abdullah Ocalan re ya navneteweyî Havîn Guneşer, ji Komîteya Sendîkayên Efrîkayê Poûl Bester, Berdevkê Îngilistanê yê Komîteya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' Sîmon Dûbbîns, Ji Partiya Karker Baronessa Chrîstîna, Serokê Şaredariya Herêma 8'an a Romayê û endamê Komîteya Azadî ji Abdullah Ocalan re Amedeo Cîaccberî bi rengê onlîne tevlî civînê bûn. Qisekeran daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin.

Nûnerên UIKI û Meclîsa Kurd a Romayê jî tevlî civînê bûn.