Komîsyona Makeqanûnê: Mafê zarokan yê zimanê zikmakî tune!

Komîsyona Makeqanûnê: Mafê zarokan yê zimanê zikmakî tune!

Di Komîsyona Lihevkirina Makeqanûnê ya Meclisa Tirkiyeyê de li ser xala ‘wekhevî û mafê zarokan’ hevdîtin pêk hat. Komîsyonê pêşniyara BDP’ê ya ‘ Her zarok xwedî mafê ku zimanê xwe bi kar bîne ye’ red kir.

Di Komîsyona Lihevkirinê ya Makeqanûnê de xalên der barê azadî mafan de hate nîqaşkirin. Mijara zimanê dayikê mohra xwe li nîqaşên der barê xala ‘wekhevî û mafê zarokan’ da. Pêşniyara BDP’ê ya ‘Divê her zarok ji mafê xwe fêdeyê bigire û zimanê xwe bi kar bîne’ ji aliyê endamên AKP, CHP û MHP’ê ve hate redkirin.

Parlamenterê BDP’ê yê Amedê Altan Tan ku komîsyonê de cih digire, diyar kir ku pêşniyarên xwe dê ji bo demeke din bê nîqaşkirin derbasî qeydan kirine. Tan got ku nîqaşên der barê ziman de dê di hefteya pêş de bên gotûbêjkirin.

ENDAMÊ AKP’Ê: EM NAXWAZIN ÎFADEYA DER BARÊ HEVZAYENDAN BIBÎNIN

Di xala wekheviyê de têgeha der barê hevzayendan jî nexistin metnê. AKP û MHP’ê li dijî îfadeyên zayendê derket û endamên AKP’ê diyar kirin ku ew naxwazin îfadeya hevzayendê tu cihê makeqanûnê de bibînin.

Di komîsyonê de partiyan li ser xala ‘ol, wijdan û azadiya baweriyê’ û mijara ‘azadiya nebaweriyê’ nîqaşkirin. Lê di mijara ‘laîklîkê’ de jî li hev nekirin. CHP li dijî komên baweriyê yên dewletê xwestin ku hukma ku bêalîbûnê ya çalakiyan bê zêdekirin. Endamên AKP’ê jî li dijî vê derket.