Komeleya Rojnamevanan a Kurdistanê binpêkirinên li Tirkiye û Başûrê Kurdistanê şermezar kir
Komeleya Rojnamevanan a Kurdistanê binpêkirina azadiya fikir û çapemeniyê yên li Tirkiye û Başûrê Kurdistanê şermezar kir.
Komeleya Rojnamevanan a Kurdistanê binpêkirina azadiya fikir û çapemeniyê yên li Tirkiye û Başûrê Kurdistanê şermezar kir.
Di daxuyaniya komeleyê de hate gotin, "Em bûyerên dawî yên têkildarî binpêkirina azadiya fikir û çapemeniyê yên li Tirkiye û Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku destgîrkirina rojnamevan Firat Can Arslan, Delal Akyuz û Sîbel Yukler a li Tirkiyeyê nîşan dide ku Tirkiye ji bo rojnamevanan bûye girtîgehek.
Her wiha birîna çar salên din ên girtinê li rojnamevan Şerwan Şêrwanî li Başûrê Kurdistanê weke xerabûna rewşa azadiya çapemeniyê ya li Başûrê Kurdistanê hate pênasekirin.
Komeleyê xwest rojnamevanên girtî tavilê bêne berdan û azadiya çapemeniyê bê parastin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Rojnamevantî sûc nîne, rojnamevantî mafeke û ev maf divê di her şert û mercî de bê parastin."